Sibe biryara rûniştina doza Ferhat Tunçe

Sibe biryara rûniştina doza Ferhat Tunçe

Hûnermend Ferhat Tunç bi îdîaya ku di şahiya 1’ê Gulanê de “Propagandaya MKP’ê kiriye” sibe dê derkeve pêşberî dadger. Sibe di demjimêr 10.30’an de li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê biryara dozê tê bê dayîn.

Hunermendê muxalîf û endamê Lijneya Rêveber ya HDK’ê Ferhat Tunç, li Dêrsimê di mitînga 1’ê Gulana sala borî axaftine kiriye û bi îdîaya ku di axaftina xwe de “Propaganda MKP’ê kiriye” doz lê hatibû vekirin, sibe biryara dozê dê bêt dayîn.

Ferhat Tunç ku li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Rayeya Taybet ya Meletî bi awayek serbest tê darezandin, di rûnişta yekem ya li gel parêzerê xwe Ercan Kanar tevlî bibû, daxwaz kiribû ku gotinên di îdîanameyê de cih digirin di çarçoveya azadiya fikir de bêne girtin û her wiha aşkera kiribû ku, ew dê eleqeya xwe ya bi pirsgirêkên civakî re berdewam bikin. Tunç di parastina xwe de ragihand ku, “Hunermend ne neçarin ku tiştên bi dilê desthilatdariyê bêjin. Kesên ku tiştên bi dilê desthilatdariyê dibêjin, pêwîstî bi lêpirsîn kirina nasnameya hunermendî û hunermendiya wan heye.”

Biryar hate girtin ku ji bo Tunç û parêzerên wî îdîanameyê vekolîn, rûniştina dozê taloqî 27’ê Pûşperê kiribû, wê di demjimêr 10.30’an li Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê bê dîtin. Tunç dê bi parêzerên xwe Ercan Kanar û Bariş Yildirim re tevlî rûniştinê bibin.