Sibe 18’mîn Kongreya YXK’ê destpê dike

Sibe 18’mîn Kongreya YXK’ê destpê dike

Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê yên li Ewropayê -YXK dê 18’mîn Kongreya xwe ya Awarte di 28-30’ê Îlonê de li bajarê Meckesheim yê Almanyayê pêkbîne.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji ber Kongreyê hatiye kirin de, hate gotin, ji serê salên 1990’an û vir ve ciwanên Kurd yên li Ewropayê li hember bûyerê hem yên hundirê welat û hem jî dervey welat hîstiyarbûna xwe berdewam kirine.

Di daxuyaniya YXK’ê de tê ragihandin ku, kaosa li Rojhilata Navîn tê jiyan kirin dibe ku vegere bihara gelan, çawa ku pêşketinên Rojavayê Kurdistanê hêvî ava kirine, ew qasane jî berpirsyartî avakiriye.

Hate gotin ku, “Asta ku tekoşîn gihayê êdî roj bi roj avakirina sîstema Konfederala Demokratîk dispêre. Li vê derê jî dîsan erk dikeve ser milê ciwanên xwendekar yên rewşenbîr.”

Daxuyaniya ku 9’ê Cotmehê komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bibîrxist û banga zêdetir yeketiyê ji ciwanên Kurd yên li Ewropayê perwerdeyê dibînin kir.

YXK’ê bang li ciwanên Kurd yên li Ewropayê kir ku, di 28-30’ê Îlonê de tevlî 18’mîn Kongreya Awarte ya xwendekarên Kurd ku dê li bajarê Meckesheim yê Almanyayê pêkbê, bibin.