Şewba Çûkan: 190 hezar werdek li Hollandayê hatin kuştin
Şewba Çûkan careke din li Hollandayê derket holê. Rayedarên tenduristiyê 190 hezar werdek kuştin.
Şewba Çûkan careke din li Hollandayê derket holê. Rayedarên tenduristiyê 190 hezar werdek kuştin.
Rayedarên tenduristiyê yên Hollandayê roja Yekşemê daxuyaniyek dan û gotin, 190 hezar werde li çîftlîkek li navenda welêt hatine kuştin. Piştî ku şewba çûkan li vê çîftlîkê hate tespîtkirin, ev yek hate kirin.
Şewb li çîftlîka Bîddînghûîzen ku bi 70 kîlometreyan li rojavayê Amsterdamê ye, hat tespîtirin. Saziya Hollandayê ya ji ewlekariya xwedîkirinê berpirsyar e NVWA da zanîn, ku sê çîftlîkên din ên li qadeke ji 3 kîlometreçargoşeyî, di bin kontrolê de ne. Rayedarên tenduristiyê her wiha birin û anîna heywanên li pînikan li qadeke ji deh kîlometreçargoşeyî qedexe kirin.
Di encama testan de derket holê ku vîrûsa H5N8 bi werdekan re heye. Rayedaran gotin, ev şewba çûkan derbasî zindiyan dibe û ji sedî 30 ê çûkên bi vê vîrûsê ketine mirin e. Hat gotin, ji bo mirovan jî zêde ne xetere ye.
Hollandayê di meha mijdarê de ji bo pêşîgirtina li belavbûna şewba çûkan, tedbîrên xwe zêde kir.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, vîrûsa H5N8 li deh welatên Ewropayê hatine dîtin. Ev welat jî; Danîmarka, Swêd, Elmanya, Awûstûrya, Xirvatîstan, Macarîstan, Hollanda, Polonya, Rûsya û Swîsre ne.