Rêxistina BDP'ê komkujiya Sêwasê şermezar kir û diyar kir ku, ger hesap ji Komkujiya Sêwasê bihata pirsîn û bihata darizandin komkujiya Gaziye pêk nedihat û li Roboskiyê komkujî pêk nedihat û 34 welatiyên sivîl nedihatin qetilkirin.
Rêxistina BDP'ê biboneya 19'emîn salvegera komkujiya Sêwasê daxuyaniyek nivîskî weşand. BDP'ê komkujiya Sêwasê şermezar kir û diyar kir ku, ger hesap ji Komkujiya Sêwasê bihata pirsîn û bihata darizandin komkujiya Gaziye pêk nedihat û li Roboskiyê komkujî pêk nedihat û 34 welatiyên sivîl nedihatin qetilkirin. BDP'ê di daxuyaniyê de wiha got:
"Ev komkujî encama nêzîkatiya dewletê ya li hemberi nasnameya bawerî û çanda Elewiyane. Komkujiya Madimakê hêj di nava rûpelên tarî yên dîrokê de nehatiye ronîkirin. Hêj di wîjdanê civakê de birînek bi xwîne. Divê komkujî bi her alî bê ronîkirin û kujer bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn. Demboriya doza komkujiya Madimakê nayê qebûl kirin û divê ev biryar ji nûve bê rastkirin."
BDP'ê di berdewama daxuyaniyê de xwest Komara Tirkiyeyê li paşeroja xwe vegere û hesap ji pêkanînên xwe bipirse.
BDP'ê xwest edalet cihê xwe bibîne û rastiyê ronî bike. BDP'ê anî ziman ku wan komkujî ji bîr nekiriye û ji bîr nakin û dê destûr nedin ser wê bê girtin.