Seven a di Komkujiya Pirsûsê de birîndar bibû hat destgîrkirin -HATE NÛKIRIN
Çagla Seven a di Komkujiya Pirsûsê ya 2015’an de bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê birîndar bû, hate destgîrkirin. Piştre bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Çagla Seven a di Komkujiya Pirsûsê ya 2015’an de bi hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ’ê birîndar bû, hate destgîrkirin. Piştre bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya dewleta Tirk êrîşek xwekujî pêk anîbû û Çagla Seven jî di wê êrîşê de birîndar bibû. Polîsan avêt ser mala Seven û ew destgîrkir. Hat zanîn ku destê wê ji paş ve hatine kelepçekirin û piştî birine qereqola polîsan a Kadikoyê şûn ve birine Edliyeya Anadoluyê.
Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û xwestin Çagla Seven demildest bê berdan.
Seven piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.