Şervana YPJ’ê li Osmaniyeyê hat girtin
Şervana YPJ’ê li Osmaniyeyê hat girtin
Şervana YPJ’ê li Osmaniyeyê hat girtin
Şervana YPJ’ê Ozgul Yaşa ya di berxwedana Kobanê de birîndar bû û ji bo tedawiyê anîbûn Tirkiyeyê hat girtin.
Ozgul Yaşa ya di pêvajoya ku êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê destpêkirin tevlî nav refên YPJ’ê bû û di şer de birîndar bû anîn Amedê. Ozgul Yaşa ya ji bo tedawiya wê dewam bike xwest biçe Stenbolê li gel rêveberê navçeya Rezan a DBP’ê Mehmet Akici û Mehmet Can Tekîn duh li Osmaniyeyê hatin binçavkirin.
Yaşa, Akici û Tekîn ku sewqî Dozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê kirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Osmaniye.
Parêzer Tugay Bek ê bi Yaşa û kesên pêre hatin girtin re axivî got ku aliyê çepê yê rûyê wê, stû û çeneya wê bi bîrîne, di axaftin û meşê de zehmetiyan dikişîne û nikare li ser lingan jî bimîne.