Serokkomarê Iraqê êrişa li ser Mexmûrê şermezar kir
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir û got, "gaveke metirsîdar e."
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih êrişa dewleta Tirk a li ser Mexmûrê şermezar kir û got, "gaveke metirsîdar e."
Dewleta Tirk a dagirker roja 5'ê Hezîranê bombe li Kampa Penaberan a Mexmûrê barand, ku di bin 'parastina' Neteweyên Yekbûyî de ye. Dewleta Tirk beriya niha gelek caran êrişî kampa Mexmûrê kiribû û gelek sivîl qetil kiribû.
Serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyeke nivîskî êriş 'bi tundî' şermezar kir. Di daxuyaniyê de êrişa li ser kampê weke 'gaveke metirsîdar' hate pênasekirin.
Serokkomariyê got, "Ev gaveke metirsîdar e. Jiyana welatiyan ku penaber di nav de ne dixe metirsiyê. Her iwha li dijî qanûnên mirovî û navneteweyî ye."