Serokê Kizilayê Kinik îstîfa kir
Serokê Kizilayê Kerem Kinik ku di erdhejê de kon firotibûn, îstîfa kir.
Serokê Kizilayê Kerem Kinik ku di erdhejê de kon firotibûn, îstîfa kir.
Serokê Kizilayê Kerem Kinik ku di erdhejê de kon firotibûn, ji bo hilbijartinê 2 roj mabûn ku îstîfa kir.
Beriya îstîfaya Kinik, serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan derheqê mijarê de wiha gotibû: “Ez di vê mijarê de gelek xemgîn bûm. Kizilayê nikare bikeve nava karê firotina konan. Divê ev xeletî tavilê were rastkirin. Dema qala Kizilayê hate kirin divê di mijara konan de tu pirsgirêk nebin.” Balkêş e ku Kinik piştî daxuyaniya Erdogan îstîfa kir.