Serokê Giştî yê BES'ê ji wezîfeyê hat kirin
Serokê Giştî yê BES'ê Aslan bi rêya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji wezîfeya xwe hat kirin.
Serokê Giştî yê BES'ê Aslan bi rêya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ji wezîfeya xwe hat kirin.
Darbekariya AKP/Qesrê ya li dijî mûxalefeta demokratîk dewam dike.
Serokê Giştî yê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a ser bi KESK'ê Fîkret Aslan, bi rêya Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya bi hejmara 677'an ku Îro hat weşandin, ji wezîfeya xwe hat kirin. Di nava kesên ji kar hatine kirin de bi hezaran kes, seorkê şaxê sendîkayê û rêveber jî hene.
Ji BES'ê Serokê Şaxê Hejmara 1. a Enqereyê Îsmet Meydan û Serokê Şaxê 2. ê Enqereyê Mevlut Çakmak jî ji kar hatin kirin.