Serokê DÎSK'ê Ekîcî: 42 salin mafê me tê binpêkirin

Serokê DÎSK'ê Ekîcî: 42 salin mafê me tê binpêkirin

Li Stenbol, Enqere û Edeneyê biboneya 42'emîn salvegera têkoşîna 15-16'ê heziranê meş û çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de Serokê Giştî yê DÎSK Erol Ekîcî, diyar kir ku li Tirkiyeyê 42 salin mafê karkeran tê binpêkirin û hêj mafê wan tê binpêkirin.

STENBOL

Endamên DÎSK'ê di 42'emîn salvegera raperina karkeran a 15-16'ê hezîranê de bi dirûşmeya "Em li dijî zilmê li qadanin" ji Qada Şîşliyê heta Taksîmê meşekê pêk anîn. Di meşê de bi hezaran endamên DÎSK'ê û karkerên BEDAŞ, BORUSAN, Hey Tekstilê, rêveberên BDP'ê ODP, TKP, BDSP, Federasyona Ciwanan, Tevgera Karkerên Şoreşger, Komiteyên Karkeran û gelek kesên din amade bûn. Girsê di meşê de "Di ronahiya têkoşîna 15-16'ê Hezîranê de rêxistinbûna ji bo karê mirovane, mafê me yê sendîkayî hema niha", "Em dê li hemberî zilma zaliman têbikoşin" "Em karkerin em dê bi ser bikevin" berz kirin.

'42 SALIN BETALÎ, XIZANÎ Û SEFALET NEHATIYE GUHERTIN'

Bi hezaran karkerên ku li Taksîmê kom bûn sirûda Karkeran a Avusturya û Çav Bella xwendin. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Erol Ekîcî, diyar kir ku di ser têkoşîn û raperîna 15-16'ê hezîranê de 42 sal derbas bûn û hêj betalî, xizanî û sefaletiya li ser karkeran berdewam dike. Ekîcî, da zanîn ku 42 salin mafê karkeran tê binpêkirin û keda wan tê xwarin. Ekîcî, da zanîn ku gelek tişt li Tirkiyeyê hate guhertin, lê binpêkirina karkeran û kedxwarila li ser karkeran nehatiye guhertin.

Endamên DÎSK'ê pişt re karkerên BEDAŞ û BORUSAN'ê ziyaret kir.

ENQERE

Li Enqereyê jî Sendîkaya DÎSK'ê bi heman armancê li ber Şaxên Genel Îşê yên hejmar 1 û 2'an kom bûn û heta Qada Sakaryayê meşiyan. Di meşê de endamên Genel Îşê Parlementerên CHP'ê, Serokê Giştî yê TMMOB'ê Mehmet Soganci, karkerên TOGO jî di navde gelek karkerên din amade bûn. Li vir jî pankart û dawîzên ku mafê xwe dixwazin û helwesta hikûmetê rexne dikin hatin vekirin. Di çalakiyê de Nûnerê herêma Enqereyê yê DÝSK'ê Kanî Beko, anî ziman ku li Tirkiyeyê di têkoşîna ked û demokrasiyê de rola karkeran geleke û xwest keda karkeran bê parastin û mafê karkeran yên rêxistinê bê dayîn.m

Beko, bal kişand ser girtina rojnamegerên Tirkiyê û da zanîn ku niha li Tirkiyeyê 105 rojnameger girtî ne û ev wek bêhiqûqiyê nirxand.

EMEP'ê jî bi heman armancê daxuyaniyek nivîskî da û piştgirî da mafê karkeran.

EDENE

Endamên Nûneriya DÎSK'a Herêma Çukurovayê li ser 42'yemîn salvegera berxwedana karkeran a 15-16'yê Hezîranê li avahiya xwe civiyan û heta parka Înonuyê meşiyan. Di meşê de pankarta li ser; "Bijî berxwedana me ya 15-16'yê Hezîranê. Bijî yekîtiya karker û kedkaran" nivîsandî hat vekirin û dirûşmeyên wekî; "Maf nayê girtin tê qezenzkirin", "Grev mafek e nayê astengkirin" hatin berzkirin. Endamên Platforma Şaxên KESK'a Edeneyê, SES, Dev Saglik-Îş, karkerên TEDAŞ'ê, ESP, EMEP û TKP'î jî piştgirî dan çalakiyê. Nûnerê DÎSK'a Herêma Çukurovayê Kemal Arslan daxuyanî da û got; "Di 42'yemîn salvegera berxwedana karkeran de em dîsa li qadanin. Di nava vê pêvajoyê de li Tirkiye û cîhanê gelek guhertin çêbûn. Sazûmankariya cîhanê ya nû pêk hat, sînor û herêm hatin guhertin, lê xizanî û zehmetiya karkeran qet ne guherî. 42 sal berê rewşa çîna karker a daket qadan çi be îro jî hemane. Heta hê paşdetire.