Serma û seqema li Ewropayê jiyan tevizand

Serma û seqema li Ewropayê li gelek welatan bû sedem ku bi dehan mirov bimirin.

Li Ewropayê, ji ber serma û seqemê van çend rojên dawî herî kêm 46 kes mirin. Li Polonyayê 17, li Çekyayê 6, li Lîtuanyayê 5, li Fransayê 4, li Slovakyayê 4, li Îtalya, Romanya, Sirbîstan û Slovenyayê 8 û li Hollandayê jî kesek mirin.

Germa hewayê li herêmên çiyayî yên Hirvatîstan û Bosnayê daket -21 pileyî. Li herêma Lubeck a Elmanyayê daket -20, li başûrê Polonyayê -19, li herêma Liege ya Belçîkayê -18, li derdora Londonê -10 pileyî.

Serma û seqem herî zêde bandorê li mirovên bê cih û war dike. Ji roja Înê ve li Fransa û Çekyayê 3 kesên ku malên wan nîne, li Îtalyayê 2 kesên malê wan nîne jiyana xwe ji dest dan. Gelek bajarên Belçîkayê biryar dan ku mirovên bê xanî bi zorê li stargehan bên bicihkirin.

Her wiha ji ber berf û qeşayê ya li ser rêyan, li gelemperiya Ewropayê trafîk tevlîhev bû. Rêwîtiya bi keştiyan jî sekinî. Li balafirgehên Îngilîstanê seferên gelek balafiran betal bûn an jî taloq bûn.