Serlêdana têkildarî Veysî Aktaş hate redkirin
Serlêdana li dijî taloqkirina salekê ya berdana Veysî Aktaş hate redkirin.
Serlêdana li dijî taloqkirina salekê ya berdana Veysî Aktaş hate redkirin.
Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ne, 38 meh in tu agahî nayê girtin. Hevdîtinên parêzeran û malbatan jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin.
Veysî Aktaş ê ku li Îmraliyê tê girtin, di 28'ê Nîsanê de înfaza cezayê xwe temam kir. Lê belê berdana Aktaş bi biryara Desteya Îdare û Çavdêriyê ve salekê hat taloqkirin. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya 3'yan a Bûrsayê da. Dadgeriyê, di 2'yê Gulanê de serlêdanê red kir.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, herî dawî parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Bûrsayê da. Dadgehê jî serlêdana parêzeran red kir. Biryar di 10'ê Gulanê de teqez bû.
Hat hînkirin ku parêzer wê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin.