Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 378'an de aqubeta Nurettîn Yedîgol yê ku di sala 1981'an de bi îşkenceyê hate qetilkirin pirsîn. Dayîkên Şemiyê têkildarî daxuyaniya Serfermandar ya "Dibe windayên giran çêbibin divê raya giştî ji vê yekê re bê amadekirin" re wiha gotin: "Serfermandar bi ramana salên 90'an hêj bêtir mirinan dixwaze. General Ozel em naxwazin ti zarokên me yên din bimirin."
Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 378'an bi pankarta "Kiryar diyarin winda li ku ne" û wêneyên kesên hatin windakirin li Qada Galatasarayê li dar xistin. Dayîkên Şemiyê aqubeta Nurettîn Yedîgol yê ku di 12’ê Nîsana 1981'an de li Gayrettepe hate binçavkirin û agahî jê nehatin girtin pirsîn. Birayê Nurettîn Yedîgol Muzaffer Yedîgol, diyar kir ku birayê wî di sala 1981'an de heta niha windaye û wiha got: "32 salin ez birayê xwe digerim. Tu bersiv nedan me."
'EM MIRIN EM GIRIYAN EM NAXWAZIN TI KESÊN DIN BIMIRIN'
Yedîgol, anî ziman ku gorekî birayê wî tuneye û wiha axivî: "Gelo birayê min jiyana xwe ji dest da? Gelo dij? Em nizanin. Heke jiyana xwe ji dest da be çawa jiyana xwe ji dest da? Em nizanin. Ya ji me re rewa dibînin nediyariye. Em tenê edalet û aştiyê dixwazin. Lê li vî welatî vê xwastina vê yek jî sûc e. Em giriyan, em mirin. Em naxwazin tu kesên din bimirin. Em naxwazin tu kesên din bên qetilkirin." Yedîgol, da zanîn ku her roj mirov dimirin û divê êdî ev şer bê rawestandin. Yedîgol, bilêv kir ku sûc birayî tenê çepir bû û wiha pê de çû: "Nurettîn ji bo cîhanekî hemû kes bi azad nêrînên xwe bêje û azad bijî têkoşîn kir. Ew çepgir bû. Ji ber vê yekê hate binçavkirin. Lê kesên di nav vê têkoşînê de xilasnebûn û xilas jî nabin. Em jî ji bo vê yekê dê têkoşîna xwe berdewam bikin."
'EM DESTÛRÊ NADIN'
Pişt re li ser navê Dayîkên Şemiyê Leman Yurtsever daxuyanî xwend. Yurtsever, diyar kir ku 378 heftene ji bo kesên hatin windakirin li virin û wiha got: "Ji bo terora dewletê ya ku xizmên me windakirin neyê ji bîrkirin em li virin. Ji bo ku terora dadê teşîr bikin em li virin." Yurtsever daxuyaniya Serfermandar ya "Dibe ku windayên giran çêbibin ji ber vê yekê divê raya giştî bê amadekirin" bibîr xist û wiha axivî: "Serfermandar bi raman salên 90'an tevdigere û bêtir mirinan dixwaze. Serfermandar Ozel em destûrê nadin difina zarokekî me xwîn bibe." Yurtsever wiha bang li Serokwezîr jî kir: "Demildest Serokwezîr Erdogan dest ji polîtîkayên li ser rondikên dayîkan berde. Polîtîkayên li ser jiyana zarokên em tê meşandin dê bê encam be. Ji şer re na ji aştiyê re kedê bidin."