Serdegirtina li komeleyên çandê: Gelek hunermend hatin destgîrkirin

Li Amed, Mêrdîn û Êlihê avêtin ser navendên çandê û gelek hunermend destgîr kirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li 21 navçeyan, ku ji Amedê destpê kirin herî kêm 110 kes hatin destgîrkirin. Di çarçoveya lêpirsînan de polîsan bi ser Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya li Mêrdînê û Navenda Çandê ya Baharê ya li Êlihê de girtin. Di serdegirtinan de deriyên komeleyan hatin şikandin û gelek xebatkarên komeleyan û hunermend hatin destgîrkirin.

Navên hinek kesên hatine destgîrkirin wiha ne: Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Elvan Koçer Yildirim, Ozcan Ateş, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Suvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk û Mesût Baskin.