Ji gelek sendîkavanên Kurd ku li nêzî 20 bajaran hatibûn binçavkirin jê 30 kes sewqî dadgeha Enqereyê hatin kirin.
Di 25'ê hezîranê de li Enqere, Amed, Stenbol, Edene, Îzmir û gelek bajarên din li dijî endam û rêveberên KESK'ê ku piraniya wan Kurdin operasyon hatibû lidarxistin û gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji gelek kesên ku li nêzî 20 bajaran hatin binçavkirin jê 30 sendikavan anîn edliyeya Enqereyê. 30 kesên ku di nav de Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê Îzzettîn Alpergin, Sekreterê Gişti yê SES'ê Mehmet Siddik Akin û Seroke Şaxa Tum Bel-Senê ya Enqereyê Yilmaz Yildirimci sewqî edliyê kirin. KESK'iyên li ber edliyê jî rawestiyan dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin", "Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin.
KESK'iyên ku ji bajarên derdorê hatin jî sloganên "Em bêdeng neman, bêdeng namînin" berz dikin.
Koma ku Seroke Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen jî di nav de hêj li Midûriya Polîsan ya Enqereyê tên rawestandin.