Şehîdên Geverê li Fransayê hatin bîranîn
Li paytexta Fransa Parîsê, Şervan Amara û 7 gerîlayên li Geverê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Li paytexta Fransa Parîsê, Şervan Amara û 7 gerîlayên li Geverê di encama komployekê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.
Ji bo Agir Adar (Yûnûs Dolanbay), Bahoz Botan (Erkancan Ecevît), Çekdar Azad (Abdurrahman Tûnç), Diler Arîn (Çiya Yûsûfî), Hogir Gever (Nêçirvan Kaya), Pilin Faraşîn (Erhan Abo), Şervan Amara (M. Salîh Buyukertaş) û Welat Kop (Sînan Ornek) ên roja 23'ê Gulanê li herêma navbera gundên Zêvkan û Kertiniz ên navçeya Colemêrg Geverê jiyana xwe ji dest dan, li Navenda Civaka Demokratîk a Ahmet Kaya ya li Parîsê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di destpêka merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîd û Windayan Hayrî Ûlûdag peyivî. Ûlûdag diyar kir, gelê Kurd xwedî li ewladên xwe yên ji bo wan têdikoşe derdikeve û işaret bi girîngiya xwedîderketina li têkoşîna wan kir.
Nivîskar Ayşe Berktay jî di axaftina xwe ya li vir de diyar kir, têkoşîn bi dayîna berdêlên giran dimeşe û hêza îro bi dest ketiye, bi saya van berdêlan e.
Xalê Şervan Amara Şabah Akşahîn jî da zanîn, Şervan bi 53 hevalên xwe tevlî refên têkoşînê bû û got, "Ez pê serbilind im. Şervan şehîdê me hemûyan e."
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat axivî û anî ziman, her şehîdek bîrdariyeke lehengiyê ye. Serhat destnîşan kir, mêtîngerî, nokerî û xiyanet wê li Kurdistanê têk biçin.
Berdevkê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Hafiz jî qala cihê şehîdan ê di nava Îslamiyetê de kir.
Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.