Şehîdên aştiyê bi dirûşma ‘Qatil Erdogan’ tên defnkirin

Cenazeyê Muhammed Demîr, M. Zakîr Karbulut û Ozver Gokhan Arpaçay ên ku di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrg, Bedlîs û Qersê hatin definkirin.

Cenazeyê Muhammed Demîr, M. Zakîr Karbulut û Ozver Gokhan Arpaçay ên ku di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrg, Bedlîs û Qersê hatin definkirin.

Cenazeyê xwendekarê Zanîngeha Ozel Birunî ya Stenbolê Muhammed Demîr (19) ê di komkujiya Enqere de jiyana xwe ji dest da li Colemêrgê hat definkirin. Beriya merasîma cenaze Platforma Şaxên KESK'ê ya Colemêrgê ji ber Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê heya ber Şaredariya Colemêrgê meş li dar xist û komkujî şermezar kir. Berdevkê Demê yê KESK'ê Suleyman Aşkan diyar kir ku ew kiryarên komkujiya Enqere ji Roboskî, Amed, Pirsus û Cizîrê baş dinasin. Piştî daxuyaniyê girse ji bo pêşwazîkirina cenaze bi rê ketin.

Piştî cenazeyê Demîr hat pêşwazîkirin birin gundê Xezekiyan. Piştî vecîbeyên olî yên li mizgefta gund bi meşê birin goristanê. Di meşê de dirûşmên "Qatil Erdogan" û "Şehîd namirin" hatin berkirin.

Piştî karên definkirinê Parlementerê HDP'ê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: "Gelên Tirkiyeyê ji bo aştiyê û ji şerê Erdogan û AKP'ê re bêjin na li Enqere aştî qêriyan. Lê hikûmeta AKP'ê û qesrê bombe avêtin nava dilê me."

BI LORÎKÊN AZERÎ HAT OXIRKIRIN

Cenazeyê Endamê BES'ê Ozver Gokha Arpaçay jî anîn Qersê. Cenazeyê Arpaçay li balefiregehê bigiresî hat pêşwazîkirin û birin Zarûşadê. Piştî cenaze birtin taxa Yenîmahalle û pişt re birin Mizgefta Ehlîbeyt Işikli. Parlementera HDP'ê ya Qersê Şafak Ozanli, rêveberên HDP, DBP, KESK û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî nimêja cenaze cenazeyê Arpaçay bi lorîkên ezerî birin goristanê. Pişt re cenazeyê Arpaçay hat definkirin.

KARABULUT LI BEDLÎSÊ HAT DEFINKIRIN

Cenazeyê Rêveberê HDP'ê yê Tokatê M.Zakîr Karabulut kî li Bedlîsê hat definkirin. Cenazeyê Karabulut li herêma Avzutburnu ji aliyê sedan welatiyan ve hat pêşwazîkirin û anîn navenda navçeyê. Di meşa ji bo cenaze pêk hat de dirûşmeyên "Tolhildan", "Qatîl dewlet dê hesabê bide" hatin berzkirin û heya derketina navçeyê meşiyan. Pişt re cenazeyê Karabulut birin gundê Xaxrîf ê Bedlîsê. Cenazeyê Karabulut li gund hat wergirtin û bi meşê birin goristanê. Piştî rêzgirtinê bavê Karabulut M. Zekî Karabulut axivî û wiha got: "Şehîd ê hemû Kurdistanê û hemû gelan e. Hêvî dikim ku ên ji bo aştiyê çûn dê ji aştiyê re bibin vesîle."

Piştî axaftinan cenazeyê Karabulut bi dûayan hat definkirin.