Sedemê teqîna li Gazîosmanpaşayê bombe derket

Sedemê teqîna li Gazîosmanpaşayê bombe derket

Teqîna ku şev li îstasyonek benzînê ya li Gazîosmanpaşayê hat îdîakirin ku, ji ber bombeya biperçeyên bandor rû da ye.

Li gorî agahiyên ku hatine girtin, duh şev di demjimêrên 22.00’an li benzînxaneyak ya li ser rêya Galerî Taxa Karayollariyê teqînek mezin rû da. Hate îdîakirin ku, di encama teqîna paketekî ku danîne ber pompeya îstasyona benzînê ya qismê pêşî de rû daye û di encama teqînê de çi windahiyên can çênebûne.

Polîsên Stenbolê di derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedan. Hat ragihandin ku, polîsan li cihê bûyerê ewlekariyek mezin girtiye.