Sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
Yek ji damezrênerên PKK‘ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li gelek navendan di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn.
Yek ji damezrênerên PKK‘ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin li gelek navendan di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn.
Yek ji damezrênerên Partiya Karkerên Kurditan (PKK) Sakîne Cansiz, Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ên li Parîsê hatin qetilkirin li gelek navendan di salvegera 10'emîn de hatin bibîranîn.
GEVER
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gever a Colemêrgê ji bo bîranîna sê şoreşgerên jin Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netweyî ya Kurdistan (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di 9'ê Çileya 2013'an de li paytextê Fransa Parîsê hatin qetilkirin, li avahiya partiya xwe merasîma bîranînê û nîşandayina sînevîzyonê li dar xist.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê, Hevserokên Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê û gelek endamên partiyê tev li bernameyê bûn. Di çalakiya bîranînê de wêneyên siyasetmedar û welatparêzên hatine qetilkirin hat daliqandin, gulên sor li ber wêneyan hatin danîn û find hatin vêxistin.
Di bernameya ku pîştî deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir de endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Leyla Atsak axivî û diyar kir ku wan têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane ji xwe re mînak girtin e û got: “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Ne em, lê yên ku ev êrîş organîze kirine dê biqedin.”
SOZA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Geverê Fatma Temel jî wiha got: “Em têkoşîna rêhevalên xwe yên li Parîsê hatine qetilkirin tu carî ji bîr nakin. Em hemû hêzên navneteweyî yên di vê êrîşê de cih girtine û tiliyên wan tê de heye, bi taybetî jî dewleta Fransayê şermezar dikin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
WAN
Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de jinên ku hatin gel hev, her sê jinên şoreşger bi bîr anîn. Di merasîma ku li avahiya ŞanoWan hat lidarxistin de, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên saziyên sivîl jî cih girtin. Li eywanê wêneyên jinên li Parîs û Sîlopiya hatibûn qetilkirin, hatin daliqandin û find hatin vêxistin.
Rêz hati girtin û dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Çalakiya ku bi nîşandana sînevîzyonê berdewam kir bi guhdarikirina helbest û muzîkê bi dawî bû.
ÎZMÎR
Bi pêngiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir li avahiya HDP'ê ya bajêr bernameya bîrananî hat lidarxistin. Di bernameyê de endama Meclîsa HDP'ê ya bajêr Nerîman Bîrlîkler daxuyanî da.
Bîrlîkler bal kişand ser têkoşîna jinan û qetilkirina jinan û got: "Felsefeya 'Jin jiyan azadî' li tevahiya cîhanê li hemberî pergala serdest a mêr bû tirsek. Li hemberî serîrakirina jinan tu carî îqtîdarên faşîst ser piyan neman. Li hemberî serhildana jinan jî êrîşeke pir tûnd dike. Di 9'ê Çileyê de li Parîsê qetlîamek pêk hat û qetlîam hêj jî nehatiye ronîkirin. Her wiha li Silopiyê jî qetlîamek pêk hat. Jinên ku hatin qetilkirin mîrateyeke mezin ên berxwedanê ji me re hiştin."
Ji Dayikên Aştiyê Medîne Kaymaz jî axivî û diyar kir ku di qetilkirina şoreşgeran de rola Dewleta Tirk û MÎT'ê heye û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Kaymaz destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, rêberê rêya heqîqetê û edaletê ye û got: "Ev sal dê bibe sala serkeftinê."
Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Îdîl Ugurlu destnîşan kir ku bi qetlîaman dixwazin kurdan bêhêz bihêlin û wiha got: "Hevalên me ji hêla koplogeran ên navneteweyî û MÎT'ê ve hatin qetilkirin. Em ê ji bo rakirina tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan û ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. 'Jin jiyan azadî' di têkoşîna jinan de bû felsefeyek."
Piştî nîşandana sînevîzyonê bernameya bîranînê bi berzkirina dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.
ENQERE
Meclîsa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî bi minasebeta salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek nivîskî weşand û qurbaniyên komkujiyê bibîr anî û destnîşan kir ku di 10 salên dawî de dewletên zilaman 17 jinên Kurd ên siyasetmedar qetil kirin.