Komîteya Dîplomasiyê ya Hevpar ku ji rêxistin û partiyên Kurd, Asûrî-Suryanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê pêk tê, name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), lîderên welatên Yekîtiya Ewropa, DYA û gelek welatên din re şand.
ERDOGAN TEVÎ ÇETEYÊN EL NÛSRA ÊRÎŞ DIKE
Di nameyê de hate bibîrxistin ku Efrîn a ku ji 20'ê Çileyê ve êrîşên giran ên dewleta Tirk lê tê kirin, kantoneke ku milyonek mirov lê dijîn û gelek ji van mirovan ji deverên cuda yên Sûriyeyê koçberî wir bûne. Di nameyê de hat gotin, "Erdogan van êrîşan bi tena serê xwe nake. Tevî hevalbendên xwe; El Nûsra, Artêşa Azad û komên din ên terorê dike."
Komîteyê diyar kir, ji bo aramî û demokrasî li Sûriyeyê serdest bibe divê koalîsyona bi pêşengiya DYA li dijî êrîşên Tirkiyeyê destekê bide Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û bang kir ku pêşî li van êrîşan bên girtin ku li dijî Efrînî û penaberên li kantonê tên kirin.
ARTÊŞEKE NATO'YÊ YA MODERN ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE!
Di nameyê de işaret bi komkujiya sivîlan hate kirin û ev tişt hate nivîsandin: "Ji ber êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê heta niha 154 sivîl mirine ku gelek jin û zarok di nava wan de hene. Efrîn ku li Sûriyeya hilweşiyayî herêmeke ewle ye, bi şev û roj dibe hedefa artêşeke modern a NATO'yê. Ji ber êrîşên bi balafiran xanî xera bûne; malzemeyên tibî kêm bûne."
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN
Komîteyê ragihand, êrîşên Tirkiyeyê yên li Bakurê Sûriyeyê sûcê li dijî mirovahiyê ye û bi rêya vê êrîşkariyê, hiqûqa navneteweyî bi rengekî giran hatiye binpêkirin.
Di dewama nameyê de hat gotin, êrîş hewldaneke qirkirina Kurdan, hemû gel û penaberên li Efrînê ye.
ERK Û WEZÎFEYA SAZIYÊN NETEWEYÎ Û NAVNETEWEYÎ
Komîteyê eşkere kir ku êrîşên li ser Efrînê encama pirsgirêkên navxweyî yên li Tirkiyeyê û kîna şexsî ya Erdogan a li dijî Kurdan e û ji Neteweyên Yekbûyî (NY), saziyên neteweyî û navneteweyî hate xwestin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Di dewama nameyê de wih hat gotin, "Ev helwest gefeke vekiriye li dijî aştiya cîhanê û ewlekariya Rojhilata Navîn. Ji bo pêşî li van gefên li ser aştî û ewlekariya navneteweyî bê girtin, girîng e saziyên neteweyî, navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ MIJARÊ BIBE BER DESTÊ DADGEHA CEZA YA NAVNETEWEYÎ
Di nameyê de hat destnîşankriin, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ji aliyê Tirkiyeyê ve hincet e ku Neteweyên Yekbûyî serî li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) bide.
Herî dawî hişyarî hate dayin ku şerê Tirkiyeyê bi rengekî yekalî li dijî Bakurê Sûriyeyê ragihandiye dikare rê li ber şerekî nû yê navbera gelan veke û bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku ji bo pêşî li rûdana şerekî wiha bigire, tavilê van êrîşan rawestîne.
Name ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres, serokdewlet, serokên hikumetan û wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Japonya, Awûstralya û Kanadayê re hate şandin. Sazî û partiyên ku mohra wan li binê nameyê hene ev in:
Kongeya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)
Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK)
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
Tevgera Goran
Hizbî Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (HSDK)
Partiya Îslamî ya Kurdistan (PÎK)
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCDK-E)
Partiya Komunîst a Kurdistanê
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
Association of Islam in Kurdistan
Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE)
Kurdistan Êzidi Federation
Euroepan Syriac Union (E.S.U)
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
Zehmetkêşan
Ayindeyî Party of Kurdistan
Rêxistina Ewropayê ya Partiya Demokratîk a Gelan
Partiya Kurdên Demokrat li Sûriyeyê (P.D.K.S)
Partiya Çep û Demokratîk a Kurdên li Sûriyeyê (PÇDK-S)
Pariya Çep a Kurdên li Sûriyeyê (PÇK-S)
Partiya Keskan a Kurdistanê
Enstîtuya Kurd li Brukselê
Yekîtiya Demokratîk a Yarsanan
Partiya Yekîtiya Neteweyî ya Azad-Rojava (PYNA)
T.N.K.S (Movement of Nûjen Kurdistan – Syria )
Meclîsa Dîasporayê ya Şengalê (Assemble of Şengalê in Foreign Country)
Dîwexanî Kurds in Europa
Kurdish Unions Party-Syria (EL WEHDA)
Kurdish Demokratic Pary-Syria (El Parti)
Kongreya Gelan a Mezopotamyayê (Asûrî-Suryanî)
Partiya Komunîst a Kurdistanê - Îran (KOMELE)
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK-Ewropa)