Partiya Sosyalist (PS) ku li Fransayê îktîdar e, Partiya Komunist (PCF) ku muxalif û Partiya Kesk û Ekolojiyê ya Avrupa (EELV), sendikaya CGT û gelek komeleyên Kurd , Elewî û Tirkan belovak hevpar îmze kirin û belav kirin. Di belavokê de xwestin ku li dijî faşîzma AKP'ê roja înê li Strasbourgê kom bibin û çalakiyê pêk bînin. Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin: "Erdogan piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê bi pêkanînên faşizan li Tirkiye otoriteriya xwe pêş xisiye. Azadiya çapemenî, akademîk û serxwebûna hûqûqê kiriye qurbana berjewendiyên xwe."
Bi hezaran karmend ji kar hatin avêtin. Bi hezaran hatin girtin. Bi hezaran xwendekar hatin dûrxistin û xebatkarên çapemeniyê bê erk man. Medya hat sansurkirin. Êrîşên li dijî medya, çand, ziman û nasnameyê zêde bûn. Herî dawî li dijî rêveberiyen herêmî yên HDP û DBP’ê êrîş pêk hatin û siyasetmedar hatin girtin. wê li dijî van polîtîkayan di 11'ê Mijdarê roja înê li pêş Gara Trênê ya Strasbourgê çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin. Çalakî wê saet di 11’an de li Place de la Gare pêk bkê.
Saziyên banga hevpar kirin wiha ne:
Partiya Sosyalîst a Fransa (PS), Partiya Komünist a Fransayê (PCF),Partiya Keskan a Ekolojiyê ya Ewropayê (EELV), Yekîtiya Komünistên Ciwan (MJCF), Yekîtiya Komünistên Alsace, Sendîkaya CGT'ê, Komeleya Dostaniya Kurd a Fransiyan, Tevgerae Dostaniya li dijî Nijadperestiyê (MRAP, Navenda Civînê Kurd ên Demokrat û Justice et Liberté, Komeleya Jinê ya Zin, DIDF, ASTU, Federasyona Yekîtiya Elewiyên Fransa (FUAF), ATÝK, Navenda Çanda Elewiyan.