Savda li Şaxa ÎHD’a Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê da

Savda li Şaxa ÎHD’a Edeneyê daxuyaniya çapemeniyê da

Redkarê Wijdanî Halîl Savda ku ji Roboskiyê ber bi Enqereyê ve ji bo aştiyê derket rê, li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyaniyê da çapemeniyê. Savda di rêwîtiya 700'emîn kîlometre de diyar kir ku, ew li Osmaniyê rastî astengiyan hat û wiha got: "Armanca vê meşa me em kuştina hezaran mirovên di şerê 30 salan de bidin xuyakirin. Heta niha 60 hezar mirov hatine kuştin, lê ev kuştin nayê xuyakirin. Divê êdî her kes vî şerî û van kuştinan bibine.

Redkarê Wijdanî Halîl Savda ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de ji Roboskiyê ber bi Enqereyê ve ji bo aştiyê derket rê, li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê daxuyaniyê da çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Şahin Kiliç rêveberên ÎHD'ê Tugay Bek û gelek kesên din amade bûn. Redkarê Wijdanî Halîl Savda anî ziman ku, ji bo daxwaza aştiyê bînin ziman ji 1'ê Îlonê de 30 rojin dimeşin û heta niha 700 kîlometre meşiyane. Savda anî ziman ku, li Osmaniyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û rastî neheqiyan hatin û wiha got: "Lê em dê sibê di demjimêr 06.00'an de dîsa ji Edeneyê rêwîtiya xwe berdewam bikin. Em armanc dikin ku di 20'ê Cotmehê de li Enqereyê bin. Ev ne meşa Halîl Savda tenê ye. Meşa hemû aştîxwazane. Dîsa armanca vê meşê em şerê 30 salan û kuştina 60 hezar mirovên ku di vê demê de hatine kuştin bidin xuyakirin.

'GER KU SEROKWEZÎR JI DIL BE DIVÊ DERBARÊ WALIYÊ OSMANIYÊ DE LÊPIRSÎNÊ VEKE'

Prz. Tugay Bek jî anî ziman ku, Waliyê Osmaniyê Celalettin Cerrah rê li pêşiya meşa aştiyê girtiye û helwesta xwe ya li hemberî aştiyê aniye ziman. Bek bal kişand ser axaftina Serokê AKP'ê û Serokwezîr Erdogan ya di kongreyê de û wiha got: "Serokwezîr Erdogan dibêje peywirdarê cemaweriyê nikare mafê welatiyan binpê bike û tune bike, nikare îşkenceyê bike. Lê ev daxuyaniya serokwezîr ne rast û ji dile. Divê Serokwezîr û Wezîrê Navxweyî derbarê Walî Celalettin Cerrah de lêpirsînê bide destpêkirin. Me serî li dozgerê komarê da û em dê dozê bişopînin."