Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê yê girtî Faysal Sariyildiz daxwaz kir ku meclis qetilkirina 3 gundiyên di sala 1993’an de ku ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin biçavkirin û piştre hatin qetilkirin, lêkolîn bike.
Li ser daxwaza parlamenterê BDP’ê yê girtî Faysal Sariyildiz Cîgirê Serokê Koma BDP’ê Îdrîsa Baluken der barê bûyera gundê Zivinga Hecîelî ya navçeya Basa ya Şirnexê ku di sala 1993’an de 3 gundî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatin binçavkirin û piştre avêtin çalekî û bombe avêtin ser, daxwaz kir ku bila hestiyên wan yên ji kolandinan hatine derxistin bidina malbatên wan û xwest meclis der barê vê de lêkolînê bike. Pêşniyarname pêşkêşî serokatiya TBMM’ê hate kirin û di beşa wê ya hincetê de hate bibîrxistin ku di dema OHAL’ê de bi hezaran kes bûn qurbana cînayetên kiryar nediyar. Her wiha hate destnîşankirin ku di salên 1990’î de bi hezaran kes mirin, gelek gund hatin valakirin, bi hezaran kesî koç kir û her wiha hate destnîşankirin ku polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê îro jî didome.
Di berdewamiyê de hate diyarkirin ku herî zêde ev polîtî di salên 1990’î de dijwar bûye û wiha pê de çû: “Di salên 90’î de welatî ji malên xwe, kargehên xwe, kolan û gundên xwe dihatin girtin û piştre agahî ji kesekî nedihat girtin, bedenê wan yê bê ruh li ser rêyan dihatin dîtin. Fermandarê Giştî yê Demê Dogan Gureş ji bo vê pêvajoyê digot ‘şerê topykun’. Belê divê dema şerê topyekun de 17 hezar û 500 kuştinên kiryar nediyar pêk hatin. Bi vê yekê re bi hezaran kes hêj li hestiyên zarokên xwe digerin. Divê berpirsên vê demildest bê cezakirin.”
Di pêşniyarnameyê de hate destnîşankirin ku der barê komkujiya Basatê de jî tu lêpirsîn nehatiye meşadnin û xwest ji aliyê meclisê ev bûyer bê lêkolînkirin.