Sarica: DMME divan rojande biryara xwe ya derbarê Ocalan de aşkera bike

Sarica: DMME divan rojande biryara xwe ya derbarê Ocalan de aşkera bike

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, diyar kir ku di derbarê muwekîlê wan de 4 serlêdanên wan ji bo DMME çêbûne. Wê DMME di van rojên pêşde serlêdan bixe liser biryardanê.

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa DMME serlêdana ku ji aliyê parêzerên Ocalan a ji bo daxaza “Kêmkirina ceza” kiribûn, tê payîn ku divan rojên pêşde ev serlêdan bixin ser biryarê. Di derbarê mijarê de yek ji parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, ji beriya niha çar dosyayên serlêdanê hebûn ku pêwîst dikir biryarek liser bidin. Sarica, “ Pêwîstbû jiberiya niha DMME liser van dosyayane biryarek daba.” Herwiha Sarica diyar kir ku, liser biryara ku tê payîn dinava vê hefteyêde wê bê dayîn, jê ne agahdarin.

Parêzer Sarica bibîr xist ku 4 dosyayên din jî yên wan li DMME’yê hebûn û wiha got: “ Ya yekem,di Hezîrana 2OO5’an de li dijî sererastkirina zagonî bû. Ya dûwem,îtiraz kirina cezayê muebetê bû, ya sêyem liser tecrîta giran kirî a liser birêz Ocalan dikirin bû. Ya çerem jî liser hewildanên ku jehirdana birêz Ocalan û binpêkirina mafên wî yên jiyanî bûn.” 

Parêzer Sarica diyar kir ku, DMME biryar daye ku van her çar serlêdana ne dinava yek dosyayê de bicih bike. Herwiha Sarica diyar kir ku pêwîstbû dadgeh biryar ji beriya niha hîn zûtir bidaba.