Sara, Rojbîn û Ronahî li Mexmûrê hatin bîranîn

Her sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi semînerekî hatin bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna Şehîdên komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’yan semînerek hat dayîn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê destpê kir. Semîner ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Şiyar Erkendî ve hat dayîn.

Şiyar Erkendî di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî de tevahî Şehîdên şoreşê bi bîr anî û got: “Em vê komkujiya ku li Parîsê û hemû dagirkerî û xiyaneta heyî şermezar dikin. Hevala Sakîne hemû jiyana xwe di nava şer de derbaz kir, li hemberî van hemûyan bû mîmarê wêrekiyê û li ber xwe da ji ber vê yekê jî her tim di hedefa dijmin de bû. Heval Sakîne li hemberî dijmin ticarî serî netewand, bi vê wêrekiya xwe hêz da tevahîjinên şoreşger yên Kurdistan û cîhanê. Wek heval hemû jî dizanin li Dêrika Çiyayê Mazî, li Misêrbînê kesekê ne diwêra li cenazeyê xwe xwedî derbikeve, lê bi saya heval Sakîne hemû kes û hemû dayîkên şehîdan, jinên şoreşger şiyar bû. Raperîna Nisêrbînê bi berxwedana Sakîne xwedî li şehîdan hat derketin. Dema du leşkerên Tirk diçû gundekê hemû gundî komdikir tişta ku dixwest li wan dikir, her wiha dema diketin nava malan, mal ser û bin dikiirin kesekê nediwêra gotinekê jî bike. Lê qeheremanên wek heval Sakîne ev tirs şikandin, li Zindana Amedê li beramberî Esat Oktay de dîmdîk rawestiya û tif kir rûyê wî. Ew tifa ku li rûyê wî dayî bû mohra berxwedanê û şikandina dagirkeriyê.”

Piştî axaftina Şiyar Erkendî semîner bi dirûşmêyên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.