Sancar: Têkoşîna li dijî tecrîdê, têkoşîna li dijî bêgaviyê ye

Mîthat Sancar, diyar kir ku sedama têkçûyîna di dewletê de, rizandina û mezinbûna pirsgirêkên civakî bi polîtîkayên çaresernekirina pirsgirêka Kurd ve girêdayîne û got,“Divê têkoşîna li dijî tecrîd û bêgaviyê were geşkirin.''

Civîna Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li otelekê li Çankaya dest pê kir. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar,  destpêkê axivÎ û bal kişande ser pêşketinên siyasî û bernameya têkoşîna demokratîk a dema nû nirxand.
 
Sancar, anî ziman ku berpirsiyarek dîrokî dikeve ser milê hemû hêzên demokratîk û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka bingehîn a vî waletî ye. Ji bo guhertina polîtîkayên şer, talan û kedxwariyê qet ne zor e. Em baweriya xwe bi vê bînin. Konsepta di salên 1990’an de hat destpêkirin, em weke konsept 93’yan bi nav dikin. Bêguman têkiliyên maf û dewletê, tenê wê demê derneketin holê. Koka van pir kevne. Lê herî zêde, di pirsgirêka Kurde ev têkilî darketin holê. Konsepta 93’yan, li dijî Kurdan dest bi şerekê topyekûn kir.”
 
Sancar, bal kişand ser tecrîda li dijî Ocalan û wiha pê de çû: “Çi dema ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, şer dest pê kir. Di 5’ê Nîsana 2015’an de ev pêvajo bi dawî bû. Di wê dîrokê de şandeya HDP’ê li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin dawî pêk anîbû. Dûre tecrîda bi polîtîkayên şer dest pêkir û her ku çû kûrtir bû. Polîtîkayên çareseriyê bi hevdîtin li Îmraliyê re mezin dibûn. Em bi israr dibêjinm ku, divê têkoşîna li dijî tecrîd û bêçareseriyê were mezin kirin. Têkoşîna li dijî Tecrîdê, têkoşîna li dijî polîtîkayên şer û ne çareserkirinê ye.”
 
Sancar, kampanyeya di 23’yê Sibatê de dest pê kiribûn bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Bi tevlîbûna partiyên Kurd û HDP’ê, dest bi kampanyeya ‘bila zimanê Kurdî, bibe zimanê fermî û zimanê perwerdê’ hatibû dest pêkirin. Ev kampanya îmzeyê dewam dike. Her ku diçe girîngtir dibe. Îro yek derketiye û ji bo zimanê Kurdî dibêje ‘Perwerdeya bi zimanê Kurdî, bi awayekê pedagojik ne guncaw e.’ Ev nêzîkatiyek nijandpereste. Li dijî vê feraseta nijandperest, em ê daxwaza xwe ya perwerdeya bi zimanê Kurdî her dewam bikin.”
 
Civîna PM’ê piştî daxuyaniya Sancar, li çapemeniyê girtî dewam kir.