Sancar: HDP bûye hêviya veguhertinê ya bi milyonan kesan

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî û got “HDP bi têkoşîna xwe bûye hêviya guhertinê.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de axivî. Sancar di serî de 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin pîroz kir û wiha got: “Di serdemeke ku azadiya çapemeniyê ji holê hatiye rakirin, li her qadê deng tên qutkirin de ez hemû kedkarên çapemeniyê yên ku peywira xwe bi cih tînin pîroz dikim. Divê ev roj, weke roja têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê were dîtin. Ji ber vê têkoşîna hûn didin, li ser navê partiya xwe ez spasiyên xwe pêşkeşî we dikim.” 

Sancar bal kişand ser doza girtinê ya HDP’ê û blokekirina alîkariya xizîneyê û wiha got: “Pêvajoya kompas, operasyon û dozê ya li dijî partiya me, bandorê li hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê dike. Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind îro li Dadgeha Makeqanûnê mutalaaya devkî da. Çendek roj berê jî hesabên me yên ku wê alîkariya xizîneyê jê re bihatine şandin hatin blokekirin. Divê ev geşedan, tenê weke zextên li ser HDP’ê neyên dîtin. Ji ber ku li tevahiya Tirkiyeyê rê li ber texrîbatên mezin vedike. 

TÊKOŞÎNA ME WÊ NEQEDE

Di rojeva me de komploya siyasî û encamên wê yên giran e. Vegotina vê rewşê peywira me ye. Rêgeza me ev e, gotina naqede, têkoşîn bi dawî nabe. Tu cihekî ku gotin lê xelas dibe nîne. Ji bo qanihkirin û xebateke bi hev re dawiya diyalogê nîne. HDP 11 sal berê ji bo ku hemû nasname, bawerî, kesên rastî cihêkariyê hatin, ciwan, jin û kedkaran di pêşerojeke hevpar a komara demokratîk de li ser bingeha hemwelatiya wekhev bîne cem hev hat damezirandin. HDP’ê têkoşîna xwe ya siyasî bi têkoşîna civakî re kir yek û heta roja me hat. Di vê têkoşînê de HDP’ê bi gelê Kurd re, bi hemû hêzên sosyalîst demokrat û şoreşger ên Tirkiyeyê re, bi rêxistinên ekolojiyê, jin û ciwanan re têkoşîneke hevpar da. Niha jî bûye hêviya veguhertinê ya bi milyonan kesan. Tevî her cureyên êrişan jî xwe şaş nekir û roj bi roj mezintir bû. Bi saya tifaqên qewîm re jî ev zext bertetef kir.”

HDP BÛ DENGÊ KESÊN KU DENGÊ WAN TÊ QUTKIRIN

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar got “HDP’ê tu carî cihêkarî nekir û HDP bû dengê hemû kesên dengê wan tê qutkirin. Ji bo civaka ku bi qirika wê hatiye girtin bû nefes. HDP’ê rêyên nû çêkirin, vebijêrkên nû afirand û rêyên têkoşînê mezin kir. Ji pirsgirêka Kurd heta pirsgirêkên demokrasî, edalet, ked û ekolojiyê, di her qadê de ji bo welêt gotina xwe kir, siyaset afirand û çareseriyên rasteqîn pêş xist. Di mijarên makeqanûn, aborî, demokrasî û civakî de rêjeya demokrasî, wekhevî û azadiyê bilindtir kir. 

Siyaseta wêrek û mayînde ya HDP’ê ya di her qadê de, derxist holê bê ka bernameya çareseriya hevpar a hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çi ye. Veguherî bernameya birêvebirin û xurtkirina demokrasiyê. HDP bû aktora avaker a bingehîn a îradeya bi milyonan ku ji hêla siyasetê ve diyar dike. Bû navenda siyasî û civakî ya ku sala 2023’yan û salên piştre diyar dike. Vebijêrka demokratîk a ku hêza siyasî û civakî ya HDP’ê afirandî, di rejîma despot a yekperest de şikestina herî mezin çê kir. Yek ji mînakên vê şikestê ya herî mezin ku nayên jibîrkirin jî tecrûbeya 7’ê hezîranê ye. Têkçûna ku wê demê ya AKP’ê nîşanî hemû gelên Tirkiyeyê da ku jiyanek, welatek û pergaleke nû pêkan e. Siyaseta me ya ku xwe dispêre vîna gel, rizîbûna xwe dispêre zordestî, bêhiqûqî, înkar, şer û talanê ber bi dawiyê ve anî.”

‘HDP NAVNÎŞANA TÊKOŞÎNA HEVPAR E’

Sancar got “HDP’ê li dijî talan, şer û kedxwariya qesrê xwe li ser pêyan girt û têkoşîna gel û heqîqetê meşand. Lewma jî siyaseta desthilatdariyê derbeke mezin xwar û baweriya wê şikest. Planên wê yên ji bo pêşerojê serûbin bûn. Hêza ku rê li ber vê vekirî jî HDP ye. Fikriyata HDP’ê, têkoşîna wê ya civakî û siyasî ye. Lewma jî roj bi roj bêhtir rastî êrişan tê. Ji ber ku li pêşiya mayîndekirina pergala otorîter, yekperest, mêtinger û talanker astengiya herî mezin HDP ye. Herî zêde bloka desthilatdariyê ya heyî bi vê rastiyê dizane. Lewma jî bi hêzên ku tu eleqeya bi hev re nîne bûne yek. Koalîsyoneke dewletê ya nû ava kirin û xercê vê koalîsyonê yê bingehîn jî dijbartiya kurdan û dijminatiya li wan e. HDP navnîşana têkoşîna hevpar a gelan û vebijêrka rasteqîn e. Bi vê rastiyê dizanin lewma bênavber êrişan dibin ser û li ber wê komployan çêdikin. Di sala 2016’an de parêzbendî rakirin û di 4’ê Mijdarê de jî darbeya siyasî kirin. Di darbeya siyasî de hevserokên me yên berê jî di nav de gelek parlamenter û rêveberên me hatin girtin. Bi dozên vala hewl dan wan bidarizînin û operasyon jî bênavber dom kirin. Dibêjin qey bi van operayonan wê HDP’ê têk bibin lê xwe dixapînin. Em roj bi roj mezintir bûn.”