Tetîk kêşê sûîqasta Hrant Dînk kir Ogun Samast û Alîkarê Midurê Polîsan ya Meletiyê ku li gel wî wêne kêşa bû û “meşûr bibû” Yakup Kurtaran êdî dê polîsan perwerde bikin.
Miduriyeta Giştî ya Polîsan di tayînên 2012’an de Alîkarê Midurê Polîsan yê Meletiyê Yakûp Kurtaran, di Dibistana Bilind ya Pîşeya Polîsan ya Kirşehîrê de weke perwerdevan hate erkdar kirin. Ev biryar weke qenciyek li beramberî Kurtaran hate nirxandin.
Navê Kurtaran li Samsûnê di 20’ê Çileya 2007’an de bi girtina kujerê Hrant Dînk, Ogun Samast hate rojevê. Dema ku Samast anîn ocaxa çayê ya Şaxa Tekoşîna li Dijî Terorê bi Samast re di destê wî de ala Tirkan heyî wêne kêşa bû. Di wêne de li gel Samast Midûrê berê yê Şaxa Ewlekariya Samsûnê Yakup Kurtaran leşkerek jî radiwestiya. Piştî wêne 5’ê Sibata 2007’an erkê wî hate rawestandin. Mufetîşên Polîsan ji bo Kurtaran 16 meh cezayê rawestandina erk hate xwestin. Li gel vê rojekê cezayê mûçe birînê hat dayîn. Kurtaran li 1’mîn Dadgeha Îdare ya Samsûnê ceza da betalkirin.
Kurtaran destpêkê çû Amasya, piştî demek kurt tayînî Meletiyê Şaxa Tescîla Trafîkê hate kirin. Kurtaran dema ew wêne kêşa, komserê rêza çarem de bû, piştî pênc salan terfî rêza duwem bû. Di sala 2012’an de bû Alîkarê Midûrê Polîsan yê Meletiyê.