Rêxistina PYD’ê ya Ewropayê daxuyaniyek da û ji bo tevlibûna 9’emîn salvegera Partiya xwe ya dê di 7’ê kanûnê de pêk were kir.
PYD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Di vê dema ku şoreşa Sûrî û Rojavayê Kurdistanê xwe nêzî hilweşandina rêjîma Baasê dike û gelê Kurd li rojava gavên mezin ber bi yekîtiyê xwe ve davêje, her wiha jî kedkar û şoreşgerên vê netewê bi dehên salan ji bo azadiya gelê xwe tekoşîn dane, îro vê kar û xebatê bi desteya bilind a Kurd encam daye û gavên mezin ber bi armanc û hêviyên gelê Kurd de avêtiye. Em weke rêxistina Ewropayê ya PYD’ê gelê xwe vexwendî ahenga mezin ya 9’emîn salvegera Partiya xwe partiya yekîtiya Demokrat ya ku wê di 07.10.2012 li bajarê Herne Almanya were li darxistin dikin.
Di Ahengê de wê serokê PYD’ê birêz Salih Muslim li ser rewşa dawî axaftinekê bike û her wiha jî gelek hunermend wê beşdarî 9’emîn salvegera PYD’ê bibin. Hunermend Xelîl Xemgîn, Peywan Arjîn, Zubêr Salih, Şêro Betê, Zuhêr Cemîl, Mehmûd û Orhan Omerî, Seydxan, Kerîm Şêxo, Şemdîn, Welat, Narînxa û gelek navên din.
Pîrozbahî di 7’ê cotmehê de li Saloan dawetê ya Herne pêk were.