Salvegera damezrandina PKK'ê li Şamê hate pîrozkirin

Li taxa Zorava ya Şamê, Kurdan salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyekê pîroz kirin. 

Pîrozbahiya li paytexta Sûriye Şamê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre nûnerên TEV-DEM'ê, Meclîsa Taxa Zorava, Kongreya Star û Saziya Malbatên Şehîdan axifîn. Qisekeran salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd pîroz kirin û gotin ku ev roj ji bo gelê Kurd destpêka pêvajoyeke nû ye.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Koma Şehîd Serhed gelek stranên şoreşgerî got û govend hat gerandin. Koma Şano ya Zarokan jî şanoyek pêşkêş kir. Her wiha gelek helbest hatin xwendin.

Şahî bi qîrîna dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qediya.