Salvegera damezirandina PKK’ê li Darmstadtê hate pîrozkirin
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê 39’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate pîrozkirin.
Li bajarê Darmstadtê yê Elmanyayê 39’emîn salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Darmstadtê ve hatî lidarxistin, bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna Kurdistanê dest pê kir.
Zêdetirî 300 kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û siyasetmedarê Kurd Ahmet Aktaş axivî û wiha got; “Di 40 saliya PKK’ê de nêzî 40 hezar şehîd hate dayîn. Îro li vir û hebûna me ya li cîhanê em deyndarê wan in. Hêzên dagirker dema ku xwestin gelê Kurd veşêrin û ser wan beton bikin, bi derketina PKK’ê re destûr nehate dayîn û di demên piştre jî bi têkoşîna qehremantî li cîhanê bûn dengê gelê Kurd.”
Di pîrozbahiyê de Seyda Perînçek, Hozan Zozan, Peyman Arjîn û Koma Folklorê ya Zarokan a Darstadtê derketin ser dikê.