Salvegera 10’emîn a Geziyê: Wê berxwedan bidome

Bi boneya salvegera 10’emîn a Geziyê li Îzmîr û Artvînê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku ruhê Geziyê neqediyaye û wê berxwedan bidome.

Bi boneya salvegera 10’emîn a Geziyê li Îzmîr û Artvînê daxuyanî hatin dayîn.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê li ber Navenda Çandê ya Alsancak a Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên bi nivîsa, “Bila girtiyên Geziyê bên berdan”, “Em Geziyî ne, hûn ên çûnê ne”,  “Ne bi hilbijartinê wê bi şoreşê têk biçe” hatin vekirin. Gelek caran dirûşmeyên “Ev hê destpêk e, êm ê li têkoşînê dewam bikin”, “Her der Taksîm e, her der berxwedan e” û “Şehîdên şoreşê nemir in” hatin berzkirin. Endamên partiyên siyasî, sazî, sendîka, nûnerên odeyên pişeyî yên bajêr û gelek welatî gava dayîna daxuyaniyê amade bûn.

Li ser navê girseyê, Rêveberê Odeya Endezyarên Madenê yê Îzmîrê Kemal Çakmak daxuyanî xwend. Çakmak got: “Bila bizanin ku pisûleya me Gezî ye. Daxwaz û lêgerîna me ya ji bo jiyaneke mirovî, azad, adil, aram û demokratîk wê her hebe. Ev hê destpêk e, têkoşîn berdewam e.’’

LI ARTVÎNÊ BERXWEDANA GEZIYÊ Û LOKÛMCÛ HATIN BIBÎRANÎN

Li navçeya Hopa ya Artvînê, li qada Hopayê bi boneya salvegera berxwedan Geziyê û wefata Metîn Lokûmcû daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de ku pankarta bi nivîsa “Bêhêvîbûn nîn e, berxwedan heye” hate vekirin, dirûşmeya “Her der Hopa ye, her der berxwedan e” hat berzkirin.

Rêveberê Mala Gel ya Hopayê Kamîl Ûstaoglû daxuyanî da. Ûstaoglû, got: “31’ê Gulana 2011’an, li Behra Reş serhildan çêbû. Di van rojan de kesên ku li vî welatî desthilat bûn, hewil didan bi zilm û zordariyê welêt bi rê ve bibin. Metîn Lokûmcû, di vê berxwedanê de hat qetilkirin. Di berxwedana Geziyê de ku 2 sal şûnde dest pê kir, hevreyên me yên ciwan hatin qetilkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de kengê çîna karker û gel ji bo mafên xwe serî hildidin, ji aliyê desthilatên faşîst ên demê ve tên qetilkirin. Bi hezaran can ji me birin, lê nikarin meşa me ya azadiyê û wekheviyê rawestînin.”