Salih Muslîm: Bedela wê çi be jî em ê mafê xwe bigirin

Salih Muslîm: Bedela wê çi be jî em ê mafê xwe bigirin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim di civînek a gel a li paytexta Swêdê Stockholmê de axivî û sedem û encamên Bihara Ereban a li Rojhilata Navîn nirxand. Muslim der barê pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê de jî agahî da Kurdistaniyan. Muslîm da zanîn ku gelê Kurd jî parçeyek ji şoreşa Sûriyeyê ye û diyar kir ku berdêla wê çi be jî, gelê Kurd dê mafên xwe bi dest bixe.

Muslîm bi bîr xist ku raperînên li Rojhilata Navîn li Tûnisê bi daxwaza azadiyê dest pê kir û belavî Misir û welatên din bû. Muslîm bal kişand ku misilmanên nerm hatine ser desthilatiyê. Muslîm ragihand ku wana li Tûnisê bi şoreşgeran re hevdîtin pêk aniye û şoreşgerên Tûnisê gotine; “Hûn şoreşgerên Sûriyeyê ne. Şoreşa me dizî. Bila ya we nedizin.”

Muslîm destnîşan kir ku her çendî gelê Berberî bi salan li hemberî rejîma Qeddafî têkoşiya, lê piştî ku rêveberiya Lîbyayê hat guhertin jî daxwazên gelê Berberî nehatin qebûlkirin û wiha pê de çû ; “Berberiyan şoreşê dan destpêkirin. Wan bedela vê yekê dan. Lê niha qala çand, ne jî qala zimanê wan tê kirin. Li welatê me şoreşek heye. Ev şoreşek mafdar e. Gelên Sûriyeyê demokrasî û azadiyê dixwazin. Em parçeyek ji têkoşîna azadiya gelên Sûriyeyê ne. Ziman û axa me ji girtin,. Navên gundê me guhertin. Me nekarî em navên kurdî li zarokên xwe bikin. Em Kurd li hemberî vana hemûyan rabûn, em li rastî zext û îşkenceyê hatin. Em avêtin girtîgehan. Rejîma Sûriyeyê ji salên 1990’an ve bi Tirkiyeyê re li hev dike û zextên dijwar li Kurdan dike. Di dema komkujiya Qamişloyê de bi hezaran mirovên me hatin îşkencekirin. Me şehîd dan. Zextên rejîma Baasê yên li ser Kurdan wiha bûn.

KURD JI 2004 VE LI DIJÎ REJÎMABAASÊ TÊDIKOŞIN

Muslîm destnîşan kir ku raperîna di sala 2004 de li Qamişloyê dest pê kir, carna bi sedan û carna jî bi hezaran kesî hate berdewamkirin û girtin û îşkence heta roja ku ev raperîn li Sûriyeyê belav bûn berdewam kir. Muslîm destnîşan kir ku wekî li Tûnis, Misir û Lîbyayê li Suriyeyê jî serhildan şoreşa gel e û diyar kir ku ew azadiyê dixwazin û wiha got: “Kurd li gorî gelên din hewcedariya wan zêdetir bi demokrasî û azadiyê heye. Rejîma Baas rejîmeke pir xerab û ne baş e. Lê piştî ku Esas biçe şûnde em neçar in bizanin dê em ji bo çi têdikoşin û kî tê ser desthilatdariyê. Em nabin leşkerê tu kesî. Em mecbur in bibin leşkerê gelê xwe. Bila tu kes me wekî leşkerê xwe nebîne. Em dîroka xwe û kêmasiyên xwe pir baş dizanin. Me ji şaşiyên xwe ders derxistin. Em bi tu hêzeke ku nasname û azadiya me qebûl nake re bi hev re nabin. Em bi wan re têkoşîna hevpar mameşînin. Stratejiya me cuda ye. tecrubeyên me yên dîrokî û siyasî hene. Ji ber vê sedemê jî kêmasiyên me kêm in. Em ji tu kesî re xizmetê nadin. Rêxistinên din yên kurd jî dibêjin ev helwest rast e.”

ROJAVA ELEQEYÊ DIBÎNE

Muslîm destnîşan kir ku di meha tîrmehê de piştî ku kurdan gelek herêmên Rojava girtin destê xwe şûnde , Rojava ji aliyê he kesî ve eleqe dît. Muslîm wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek dewlet û rêxistin dixwazin der barê PYD’ê de agahiyan bigirin. Me li Parîsê daxuyaniya çapemeniyê da û ev daxuyanî ji aliyê gelek nûnerên saziyan ku di nav de şêwirmendê serokomarê Fransayê jî hebû civîn şopandin. Di mehên pêş de em dê bi rayedarên Karê Derve yên Almanyayê re hevdîtinan bikin.

EM DESTÛRÊ NADIN YEKITIYA KURDAN XERA BIBE

Hevserokê PYD’ê Muslîm da zanîn ku hewcedariya kurdan bi yekitî û rêxistinê heye û got ji sala 2007’an heta niha projeya wan ku aliyên wê yên siyasî, parastin û aboriyê heye û wekî ‘Xweseriya Demokratîk’ bi nav dikin heye û got ku hewl didin vê bikin jiyanê. Muslîm wiha pê de çû: “Divê gel xwe bi rêxistin bike û parastina xwe ya rewa ava bike. Li bajar, gund, taxan meclis hatin avakirin û li Efrîn, Kobanî û cihên din gel dest daniye ser rêveberiyê û xwe bi xwe bi rê ve dibin. Ji bo proje bikeve jiyanê divê gel tevli rêveberiya bibin û ev mecburî ye. Kurd ji bo xwe biparêzin çekên xwe girêdane.”

Muslîm diyar kir ku ev bi salane ji bo ku yekitiya kurd pêk were hewl didin û lê ji ber nexwestina partiyên din ev pêk neanîne. Muslîm wiha pe de çû: “Di meha tîrmehê de li peymana li Hewlêrê hate îmzekirin encama têkoşîna yekitiyê ya ku bi salane dimeşîne. Me soz da gelê xwe. Em ji her kesî re jî dibêjin. Em mucbur in xwedî li vê derkevin. Em destûrê nadin xerabûna vê. Em dizanin ku hin hêz ji vê nerehetin û hewl didin belav bikin.

KURD DIKARIN PÊŞÎ LI ÊRÎŞAN BIGIRIN

Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku Artêşa Sûriyeya Azad ne yekpar e û got ku gelek seriyên wê hene. Muslim da zanîn ku nêrînên wan ji hev cûda ne û diyar kir ku serkêşên wan li Franse, Stenbol û Antakyayê dijîn û ragihand ku ew jî weke Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dijminahiya Kurdan dikin. Muslîm got ku yên ku dijminahiya Kurdan dikin li Tirkiyeyê dijîn û ji Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê alîkariya çek û pereyan werdigirin.

Mulsim got ku desthilatiya AKP’ê pere daye hin ciwanên Kurd ên li Antakya (Hatay) û Rihayê û ew xapandine, bi rêya Facebookê li hemberî PYD û rêxistinên din ên Kurdan propagandayê dikin û got; “Van Kurdan xwe firotine desthilatiya AKP’ê. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me guhdarî vana neke û wana ciddî negirin.” Muslim diyar kir ku gelê Kurd li Rojava xwe li hemberî hemû gef û xeteriyan diparêzin û ragihand ku tu kesek nikare dubendiyê têxe nava yekitiya Kurdan.

TIRKIYEYÊ LI GEL ESAD 12 SALAN ZEXTÊ LI KURDAN KIR

Muslîm diyar kir ku dewleta Tirk 12 salan bi Tirkiyeyê li dijî Kurdan xebitî û xextên dijwar li Kurdan kirin. Muslîm bal kişand ku îro muxalefet jî û rejîma Esad jî li hemberî Kurdan helwest nîşan dane. Muslîm da zanîn ku ew li dijî şerê qirêj ê li Sûriyeyê ne û xwest şer bi dawî bibe û got ku ger êrîş li hemberî Krudan pêk bên ew ê xwe biparêzin.

Salih Muslim ragihand ku pêwîstiya Kurdên Rojava bi Kurdên li parçeyên din ên Kurdistanê dijî hene ye û bang li gelê Kurd kir ku ji bo hemû alternatîfên din ên mudaxeleyê amade bin.