Sala 40’emîn ya PKK’ê li Roma û Dûîsbûrgê hate pîrozkirin
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya û li paytexta Îtalya Romayê 39’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya û li paytexta Îtalya Romayê 39’emîn salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Elmanaya Dûîsbûrgê 39’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li Salona Dawetê ya Dîamand pêkhatî zêdetirî 500 Kurdistanî beşdar bûn.
Şeva pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş axivî û wiha got; “Îro tişta ku me tîne li ba hev hêza PKK’ê ye. PKK’ê navê xwe li dîroka Kurd xist, li çar parçeyên Kurdistanê belav bû û hêza yekem a ku Kurdan tîne gel hev. Gelê Kurd çawa heta roja îro xwedî li PKK’ê derketiye wê ji îro pê ve jî xwedî li Rêbertî û PKK’ê derbikeve.
27’ê Mijdarê ji bo Kurdan rojeke gelek girîng e. Yê ku vê rojê pêşkêşî me kirî Rêbertiya me bi rêz û hurmet silav dikin û şehîdên xwe bi minnet em bi bîr tînin. Yên ku dixwazin PKK’ê tasfiye bikin bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazin têkoşîna PKK’ê minîmîze bikin. Bi îradeya bihêz ya ku Rêbertiya me derxistî holê û bi ruhê berxwedanê ya gelê me ev leyîstokên qirêj wê vala werin derxistin”.
Di şeva pîrozbahiyê de sînevîzyon hate nîşandan û Ayşe Şefagî, Koma Siyabend, Welat Çelîk, Tîtal Feyzo, Koma Hêviya Rojê, Koma Rojbîn Amara û hunermendên xwecihî derketin ser dikê.
Bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘PKK gel e, gel li vir e’ , ‘Artêşa Tirk ji Kurdistanê biqere’ hate qîrkirin û pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê 39’emîn salvegera damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin. Bi sedan Kurdistanî û Îtaliyan bi çoşekî mezin beşdarî şeva pîrozbahiyê bûn.
Hunermend Erol Berxwedan, Diyar Mihrovî û gruba muzikê ya Îtalyan bi stranên xwe reng da pîrozbahiyê.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo, Bijî PKK’ bi dawî bû.