Sala 40. a PKK'ê li Normandîayê hate pîrozkirin

Sala 40. a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li herêma Normandîa ya Fransayê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin.

Kurdistaniyên li herêma Normandîa ya Fransayê dijîn, sala 40. a PKK'ê li Mantes la Jolîeyê bi kêf û xweşî pîroz kirin. Şeva ku li salona Eponê pêk hat, di şexsê Delal Amed de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.

Endamên Ciwanên Azad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê ketin hundirê salona pîrozbahiyê û ji bo pêngava 'Serî hilde' banga tevlîbûnê kirin.

Di şevê de hat ragihandin ku têkoşîna 40 salî ya PKK'ê bi saya şehîdan niha hê bi xurtî tê meşandin û hat gotin, ev tekoşîn wê heta azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê bidome.

'GELEK JI TINEBÛNÊ RIZGAR KIR'

Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz li şevê axivî û got, "Tevgera azadiyê, di demeke welê de derket holê ku gelê Kurd di nava rewşeke zehmet de bû. Gelek ji tinebûnê rizgar kir. Li navenda Rojhilata Navîn, têkoşîna hebûnê ya gelekî ku li bin destê gelek dewletan bû, wê hêsan nebûya. Berdêlek mezin jê re diviyabû. Zarokên leheng ên gelê Kurd, bi felsefeya wekhevî, azadîparêz û gerdûnî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê gelê Kurd ji tinebûnê rizgar kirin, her wiha nirxên hevpar ên mirovahiyê jî parastin. Me ev yek herî dawî di şoreşa Rojava de dîtin. Em bi hezaran şehîdên xwe yên bi salan di vê oxirê de bi xurtî li ber xwe dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin."

Di pîrozbahiyê de Hozan Şemdîn, Koma Hîvron, Sena Dersimî û koma Lîlav derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê qediya.