ANALÎZ

Sala 39'an a PKK'ê -Selahattîn Erdem

Wê sala 39'an a PKK'ê ji her demê bêtir bibe sala Kurdan û sala azadî û serketinê.

Jin bi mebesta 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê kolan dagirtine, şîdeta mêran a li ser jinê protesto dikin. Kurd jî li kolanan salvegera 38'an a damezirandina PKK'ê pîroz dikin, ku di 27 ê Mijdara sala 1978'an de hatibû damezirandin. Lê jinên Kurd herduyan bi hev re dikin. Hem şîdeta li ser jinê protesto dikin û hem jî salvegera 38'an a damezirandina PKK'ê pîroz dikin. Protestoyên jinan û pîrozbahiyên PKK'ê li kolanan tevlihev dibin. 

Bêguman ev rewş girîngiya herdu bûyeran jî kêmtir nake, berevajî, protestoyên 25'ê Mijdarê û pîrozbahiyên 27'ê Mijdarê jî hîn bêtir biwate dike. Lewre PKK xwediyê paradîgmaya azadiya jinê ye. Ango ne tenê li dijî şîdeta li ser jinê, jê wêdetir; li dijî her cure hakimiyeta mêrî ya li ser jinê derdikeve. Demokrasî û azadiyeke civakî ya xwediyê azadiya jinê û wekheviya hemû cihêrengiyan ji xwe re esas digire. Paradîgmaya PKK'ê ya demokratîk, ekolojîk û civaka azadîperweriya jinê vêna îfade dike. 

Helbet yê ku PKK aniye ser xeta dijberiya her cure hakimiyeta li ser jinê û azadiya jinê kiriye bingeh, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ew li dijî her cure hakimiyetê derket, her cure koletî red kir û rêya esasgirtina azadiyê nîşanê jinê da. Ji ber hindê, jinên ku şîdeta li ser jinê protesto dikin, di heman demê de azadiya Rêber Abdullah Ocalan jî dixwazin. Her wiha hem di protestoyên jinan de û hem jî di pîrozbahiyên PKK'ê de kesayetiya ku derdikeve pêş Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. 

Di pîrozbahiyên PKK'ê de, yên ku beriya bi deh rojan dest pê kirîn û hîna jî berdewam dikin, îsal ev herdu eger derdikevine pêş: Ya yekê, destkeftinên ku PKK'ê di 38 salan de bi dest gelê Kurd ve anîne, ya duduyan jî, wate û girîngiya têkoşîna sala 38’an. Herdu rewşên navborî jî, şerê sisêyan ê cîhanê ku ev çarîk sedsal e li Rojhelata Navîn dewam dike û îro sêgoşeya Tirkiye, Suriye û Iraqê ji xwe re kiriye navend, ji ber ku bi şerê azadiya Kurdistanê re jî têkel bûye, bêtir bi wate û girîngtir bûye. Helbet eger ne ji pêşengiya tevgereke wek PKK'ê bûya, di mercên vê gavê yên cîhanê de xwe nîşandana weke aktorbûnê û  xwe bi tevgerkirina Kurdan jî ne pêkan bû.

Ev rewş jî dike ku di salvegera 38'an a pîrozbahiyên damezirandina PKK'ê de girîngî û maneya ku PKK ji bo Kurdan dihewîne bêtir bê niqaşkirin.  38 salên ku di  ser damezirandina fermî ya PKK'ê re  derbas bûne, ji roja avabûna sisika wê heta niha di 43 salan de kiryarên PKK'ê, serketinên bi dest Kurdan ve anîne, mane û girîngiya wê ya ji bo Kurdan, bi awayekî  zêde tê niqaşkirin. Belkî jî sedemek ev be ku rêveberiya Tayîp Erdogan di her alî de hewldide  PKK'ê wek rêxistineke terrorist- bide nîşandin be. 

Ji ber wê ye ku gelê Kurd yê di pêşengiya jin û ciwanan de kolanan tije kirî, ji her demê bêtir bi hêrs dirûşmên: ‘PKK gel e, gel li vir e’ berz dike. Di rastiyê de ev dirûşm jî dide nîşan ku PKK ji bo gelê Kurd çi îfade dike. Gelê Kurd PKK'ê ne tenê wek partiyekê, lê wek nasnameya xwe ya azadiyê dibîne. Rêber Abdullah Ocalan vê rewşê bi têgiha ‘Partiyê kok’ vedibêje.

Her wiha divê PKK bi tenê wek rêxistineke klasik a rizgariya neteweyî neyê dîtin. Ji aliyê Kurdan ve PKK ji vêna pir zêdetir maneyan îfade dike. Gelê Kurd PKK'ê wek rihê hebûn û azadiya xwe, zanyarî û vîna xwe, rêxistinbûyînî û nasnameya xwe dibîne. Di serdema têkoşîna 43 salan de PKK xwe aniye asteke wiha. Ya rastî mercên ku PKK'ê li dijî her cure dijwariyê li ser lingan digire û nahêle têkbiçe jî ev e. Liberxwedana xwe ya ku di salên xwe yên 36, 37 û 38 an de li dijî faşîzma DAÎŞ'ê dayî nîşan, îro PKK'ê aniye asteke ku mirovahiya azad jî wek bizaveke azadiyê xwedî lê derdikeve û xwe tê de dibîne.   

Li vir, divê li ser 38 salên PKK'ê yên di nav dijwarî û hinde jî pîroz û bimane derbas bûyîn jî çend tişt bên gotin. Wek tê zanîn gelê Kurd di sala 38'an de di pêşengiya PKK'ê de li Başûr û Rojavayên Kurdistanê li dijî faşîzma DAÎŞ'ê û li Bakur jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şerekî liberxwedanê ya dijwar meşandiye. Ango gelê kurd li sê parçeyan li dijî faşîzmê şer kiriye. 

Bêşik her kes jî dizane ku di sê eniyan de şerkirin çi qas giran û karekî dijwar e. Lê Kurdan di bin pêşengiya PKK’ê ya fedaî de wezîfeya dijwar bi ser xistine. Li Başûr û Rojava bi derbên giran yên li faşîzma DAÎŞ'ê dayîn ve karîne pişta wê bişkînin. Bi berxwedanên xweser û demokratîk ve jî di serî de li Cizîr û Sûrê her wisa li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê faşîzma AKP-MHP'ê anîne ber sînorê ‘man û nemanê’

Destkeftiyên berxwedanên PKK'ê yên li dijî faşîzma DAÎŞ'ê û yên li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi dest ketîn, îro civaka Kurd û siyaseta wê li Rojhelata Navîn kiriye hêzeke herî bi bandor û çalak. Vaye Kurd bi van destkeftinan ve dikevine sala 39'an a PKK'ê, û  di her eniyê de têkoşîneke herî dijwar jî bi pêş dixin. Her wiha ji niha ve diyar e ku wê sala 39'an a PKK'ê ji bo Kurdan bibe saleke mezintir ya têkoşînê û destkeftên gelekî girîng. 

Berî her tiştî di sala nû ya PKK'ê de Kurd wê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê di serî de li Bakur û li her aliyên Kurdistan û cîhanê berxwedana herî mezin ya dîrokî bikin û bêyomên ku li serê mirovahiyê bûyîn bela, wê di dîrokê de wenda bikin. Girtin, zext, komkujî û terora ku faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser bingeha Rewşa Awarte jî wê nikaribe temenên wan bêyoman dirêj bike û wê pêvajoya rûxandina wan jî bileztir bike. Wê sala 39'an a PKK'ê bibe sala rûxandina faşîzma AKP-MHP'ê.

Kurdên li Başûr û Rojava jî bi hêza ji berxwedana Bakur hatî girtîn ve hem wê li dijî çeteyên faşîst yên DAÎŞ'ê û hem jî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê berxwedanake azadiyê ya dîrokî geş bikin. Bi taybetî jî di çarçoveya şerê Mûsil û Reqayê de bi geşkirina tevlîbûn û bandora Kurdan, bi serfiraziyên nû yên bi dest ve anîn wê şoreşa azadiyê ya Kurdistanê qeyîmtir bidin edilandin û rêya şoreşa demokratîk ya Rojhelata Navîn jî di her alîyan de were vekirin.  

Di rewşa berdest de, ji bo geşkirina berxwedan û têkoşînên ku me behsê kirîn, Kurd di serdema herî sûdewer a dîrokê de ne. Konjonktûra siyasî û leşkerî ya heyî ji bo Kurdan derfet û fersendên herî mezin dide. Li vir ya pêwîst ev e ku Kurd van rastiyên heyî bibînin û ji bo nirxandina van derfetan bikaribin yekîtî û hevkariya pêwîst di navbera xwe de saz bikin. Diyar e ku îro siyaseta Kurd xwediyê vê hêz û kamilbûnê ye. Nexwe wê sala 39'an a PKK'ê ji her demê bêtir bibe sala Kurdan û  sala azadî û serketinê.

Li ser vê esasê em salvegera 38'an a damezirandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd, li gelê Kurd û li mirovahiya pêşverû pîroz dikin û hêvî dikin ku sala 39'an, azadî û serketinê bi xwe re bîne. Destpêkê şoreşgerê mezin Hakî Karer û tevahiya şehîdên azadiyê bi hurmet û  minet bi bîr tînin. Em carekî din baweriya xwe bi gelê Kurd ya polayî dubare dikin ku wê li ser rêça keç û xortên xwe yên leheng şoreşa azadiyê bigihîne serketinê…

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA