Mehmet Şarîf Sakli yê 25 salî ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabû ber agir jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Şerîf Sakliyê ji navçeya Farqîna Amedê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike şevê din saet li dora 23:00'an li girava Mudanyaya Bursayê bedena xwe da ber agir.
Sakliyê ku piraniya bedena wî şewitî bû li nexweşxaneya zanîngeha Uludagê beşa şewatê dihat tedawîkirin. Sakli li vê derê hatibû emeliyatkirin. Sakliyê ku malbat û xizmên wî li benda bersiveke erênî bûn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.