Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku, heke ji kurdan re qada demokratîk bê girtin şaştiyeke gelek mezine û wiha got: "Heke hûn bixwazin vî welatî perçe bikin ev yekê dê bibe gavek gelek mezin. Di AKP'ê de serdema şahînan destpê kir."
Parlementerê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik têkildarî destnedayîna parlementerên BDP'ê bê rakirin li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sakik anî ziman ku, di sala 1994'an de bûyerên wisa pêk hatin û wiha got: "Wan salan jî bahozên wisa pêk anîn. Ez şahid û ozneyê bûyerê me. Kesên xwe weke xwediyê dewletê dibînin îro dixwazin destnedayîna parlementerên BDP'ê rabikin." Sakik da zanîn ku, heke ji paşrojê ders hatiba girtin îro ev nîqaş nedihatin kirin. Sakik bilêv kir ku, li Meclîsê dema BDP ramanên xwe tînin ziman ji wan re fezleke tên lê derheqê AKP, CHP û MHP'ê de jî fezlekeyên "fesatî tevlî îhaleyê" dikin tên."
'FATMA ŞAHÎN VERSIYONA CUDA YA TANSU ÇÎLLER E'
Sakik destnîşan kir ku, AKP û MHP di nava hevkariyekê de ne û wiha axivî: "Di AKP'ê de serdema şahînan destpê kir. Piştî Îdrîs Naîm Şahîn Fatma Şahîn daxuyaniyên gel sor bikin da. Fatma Şahîn versiyona cuda ya Tansu Çîllere. Çîller di nava civakê de çawa tê nasîn baş tê zanîn.
‘RÊYA QENDÎL LI SER CÛDÎ Û ŞEMZÎNANÊ RE DERBAZ DIBE’
Dibe ku di kongreya MHP'ê de şahîn bibin serokê partiyê." Sakik, bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên "Divê li Qendîlê al bê bilindkirin" û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Hun xwe çi dihesîbînî? Tu artêş û polîsî? Hun çawa xwe bi ser dewletê re dibînin? Riya Qendîlê ji Cudî û Şemzînan re derbas dibe. Hun nikarin li ser axa xwe bigerin. Siyaset ji pirsgirêka Kurd xwe xwedan dike. MHP û AKP bi hev re di nava pêşbirkê de ne. Li şuna muzekerayan bi pirsgirêka kurd re têkoşînê dikin.
Di salên 90'an de xwestin dengê me qut bikin. Armanca sereke ewe ku pirsgirêka Kurd li meclîsê neyê nîqaşkirin. Vê rêbazê êdî îflas kir. Muzakere êdî şerte. Dewlet divê bi muzakereyê gavê bavêje." Sakik bersiva pirsa têkildarî nîqaşên BDP bê girtin jî wiha da: "Tirkiye weke goristana partiyên siyasî yên hatin girtine. Lê pirsgirêk li cih xwe dibîne. Sazî û siyaset ji vê yekê dersê nagire. Bi girtina partiyan pirsgirêk nayê çareserkirin. Divê êdî dadger jî vê rastiyê bibînin. Dixwazin ji kurdan re qada demokratîk bigirin. Heke hûn bixwazin vî welatî perçe bikin ev yekê dê bibe gavek gelek mezin. Di AKP'ê de serdema şahînan destpê kir. Em parlementoyê dewetî peywirê dikin. Divê demildest kom bibe."