Sakî: Divê dengekî bi tenê jî ziyan nebe
Yek ji namzetên Herêma 2'yemîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî ku xwe weke 'femînîsta sosyalîst' pênase dike, diyar kir ku divê yek deng jî neyê windakirin.
Yek ji namzetên Herêma 2'yemîn a Stenbolê ya Partiya Çepên Kesk Ozgul Sakî ku xwe weke 'femînîsta sosyalîst' pênase dike, diyar kir ku divê yek deng jî neyê windakirin.
Namzeta Partiya Çepên Kesk a Herêma 2'yemîn a Stenbolê Ozgul Sakî, di sala 1967'an de li Çaycuma navçeya Zonguldakê ji dayik bû. Piştî ku ODTU qedand, li Stenbolê wek mamoste hat wezîfedarkirin û li wir tevlî têkoşîna sendîkayan bû. Di salên 90'î de ji bo avakirina komîsyonên jinan di nava sendîkayan de têkoşiya. Sakî ku di nava tevgera femînîst de cih girt, di gelek mijaran de destek da têkoşîna Tevgera Azadiyê jî. Bi taybet di dema berxwedana xwerêveberiyê de di çarçoveya Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aştiyê de çû Kurdistanê û li wir bi jinan re hevdîtin kir.
Sakî ku xwe weke 'femînîsta sosyalîst' dide nasîn, girîngiya tevlîbûna meclîsê wiha nirxand: "Em meclîsê weke qada ku dengê kolanan lê bidin bihîstin dibînin. Di heman demê de em zemîna têkoşîna rizgariyê ya li dijî avabûna serdestiya mêr dibînin.”
TIFAQA DIJMINÊ JINAN
Saki da zanîn ku, Tifaqa Cûmhûr AKP'ê heta Hûda Parê û pêkhateyên wê, raste rast tifaqa dijminê jinê ne û wiha got: “Li gorî xwe nasnameya jinek di çerçoveyên teng û bi zîhniyeta mêr pênase kirine heye. Ji bo jinên li derveyî vê nasnamê, hemû tundî rewa ye. Em ê vê pergalê biguherînin."
DIVÊ DENGEK JÎ NEYÊ WINDAKIRIN
Sakî diyar kir ku, divê dengek tenê jî vala dernekeve û got ku ji bo guhertina pergalê ev yek gelek girîng e. Sakî wiha got: “Gelekî girîng e ku dînamîkên têkoşînê hemû li vê qadê bi hev re bin û bi zêdekirina hejmara wekîlan re ji vir derkevin. Hema hema her kes vê yekê jixwe dizane. Ne hewceyî gotinê ye. Dê guhertinek pergalê çêbibe. Niha hatiye dîtin ku encamên komkirina hemû hêzan di destê yek zilamî de çiqasî xerab e. Lewma divê ev sîstem bê guhertin. Ev yek qanûn û guhertina destûra bingehîn dixwaze. Li vir hejmara parlamenteran pir girîng e. Girîng e ku dengek jî vala dernekeve û em bikaribin gelek wekîlan bişînin meclisê.”