Saçilik: Polîs kulm li serê min xist, hewl da destê min ê tune ye kelepçe bike
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û aktîvîst Velî Saçilik diyar kir ku polîsan êşkence lê kiriye û hewl dane ku destê wî yê tune ye kelepçe bikin.
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û aktîvîst Velî Saçilik diyar kir ku polîsan êşkence lê kiriye û hewl dane ku destê wî yê tune ye kelepçe bikin.
Velî Saçilik, li ser tundiya polîsan a ku 1'ê Hezîranê li Guvenparkê di dema bîranîna Ethem Sarisuluk de li wan hate kirin, agahî parve kir.
Saçilik li ser Twitterê ev tişt parve kir: "Polîsan bê sedem û bêhişyarî êrişî bîranîna Gezî kirin. Ez li erdê şil dirêj kir, kulm li serê min xist û hewl da ku destê min ê tuneye kelepçe bikin. Ji bo vê jî pihîn li min xistin. Heman tişt anî serê 8 kesên din jî. Di wesayita destgîrkirinê de gotin, 'Hûn ji başiyê fêhm nakin' :)"