Ji Helebê heta Kobanê li 4 bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê

Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan a Navneteweyî de, li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyanî, bernameyên perwerdehiyê û civînên gel hatin lidarxistin.

Çalakiyên bi boneya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Heleb, Çilaxa, Kobanê û Reqayê bi boneya 25ˊê Mijdarê çalakiyên wekî dayîna daxuyaniyan, dewreyên perwerdeyê û civîn hatin lidiarxistin.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê komek mêr bi beşdariya nûnerên rêxistin û saziyên sivîl daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bikaranîna tundiya li dijî jinê ji ber zayendperestiyê ye û ew diyardeyeke xwedî rihên dîrokî yên kûr e, di dirêjahiya demê serdeman de bi şêweyên cuda derketiye. Mêran destnîşankiron ku ev diyarde ji ber têkelbûna girêk a di navbera hêmanên çandî, civakî, aborî û olî de ava bû û hişt ku rol di navbera mêr û jinan de were dabeşkirin û bêhevsengî çêbe.

ÇILAXA

Kongra Star dewreya ku ji bo 46 mêr ên ku li hola Partiya Yekitiya Demokratîk li dar xistibû, bi dawî kir.

Di dewreya 3 rojan de mijarên wekî zayendperestî, hevjiyana azad, nîjadperestiya olî û vîzyona îslamê ji bo jinan û mafên wan hatin dayîn.

Di dawiya dewreyê de beşdaran destnîşan kir ku wan ferqeke mezin di navbera îslama li gorî çanda gel û rêgezên îslama rast û şîroveyên wê yên resen de dîtin.

REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi tevlêbûna girse ji endamên saziyên sivîl û leşkerî, bi diruşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" civînek li hola Meclisa Navîn a Reqayê li dar xist.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Rojda Ehmed bi awayekî berfireh şêweyên tundiya sîstematîk a li dijî jinan nirxandin. Rojdayê di axaftina xwe de behsa xetereya tundiya malbatê kir û anî ziman ku ji astengiyên herî zêde gefan li hevgirtina malbatê û aramiya civakê dixwe, ji ber ku şopên wê yên derûnî, fîzîkî û civakî yên demdirêj hene.

Rojdayê bal kişand ser tundiya siyasî ya li dijî jinan pêk tê û destnîşan kir ku ev cure tundî hîna alavên bi armanca dûrxistina jinan ji cihê biryardanê ne. Rojdayê diyar kir ku ev tundî bi hilweşîna gelek alavên çewsîner ên kevn re bi dawî nebû, lê hîna di aliyê civakî û siyasî de bi şêweyên nû derdikeve holê.

Rojdayê bal kişand ser pêwîstiya destpêkirina xweguhertinê û anî ziman ku divê mêr ji xwe destpêkê ku tundiya di hundirê malbatê de bi dawî bike, tu cudahiyê nexe navbera xort û keçên xwe.

Piştî axaftinê kurtefîlmeke balê dikişîne ser êşên jinan ên di salên şerê li Sûriyeyê de hat pêşandan. Civîn bi pêşkêşkirina şanoyekê ji hêla Koma Zenûbiya ya Şanoyê ya Hîlala Zêrîn ve bi dawî bû.

KOBANÊ

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê bi amadebûna endamên saziyên jinan, endamên însiyatîfê, nûnerên Saziya Ol û Baweriyan li pêş navenda însiyatîfê ya Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Komîteya Ol û Baweriyan Hedle Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de keda Rêber Apo ya ku bi salan li dijî tundiya li ser jinan tê koşiyaye, bi bîr dixin. Li kêleka wê jî em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin li tevahî qadên têkoşînê ji parastina rewa bigire heta birêxistinkirinê, tevlêbûna wan li qadên perwerde, tenduristî, edalet, dîplomasî û projeya neteweya demokratik, bûn pêşeng û xwe îsbat kir ku dikarin krîzan çareser bikin.

Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî jina azad”, “Na ji tundiya li ser jinan re”, “Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.