Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

Dadgehê ji bo doza ku derbarê komkujiya di 19’ê Kanûna 2000’an de li Girtîgeha Bayrampaşayê ya bi navê "Operasyona Vegera Jiyanê" hatibû vekirin biryara "demborî” da.

Danişîna dawî ya doza ku têkildarî operasyona li Girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê ku 12 girtiyan jiyana xwe ji dest dan û 194 leşker hatin darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dadgeha Bakirkoyê hate dîtin. Parêzerên bersûc û mexdûran beşdarî danişînê bûn.

Şandeya dadgehê destnîşan kir ku 22 sal û şeş meh li ser darizandinê derbas bûne û biryar da ku dozên cemaweriyê yên li dijî hemû bersûcan hatine vekirin ji ber demboriyê hemû bên xistin. Di biryarê de hat diyarkirin ku mafê îstînafê vekirî ye.