Nobeta Edaletê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî li gelek bajaran dewam dike.
WAN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) ya Wanê ji aliyê xizmên girtiyan ve hatiye destpêkirin, di roja 91’an de berdewam dike.
Çalakiya nobetê li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Wanê tê lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê Pervîn Buldan, Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Kurt, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes çûn serdana çalakgeran.
Di serdanê de Çîgdem Kiliçgun Ûçar got, “Her êşa ku hatiye jiyîn ji zû ve vû erdnîgariyê derbas kiriye. Polîtîkayên tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û bûye giştî. Êşkenceya li girtîgehan tê kirin jî her roj li derve tê kirin."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê wiha berdewam kir. “Ti ferqa polîtîkayên li hundir û derve yên li Tirkiyeyê tên meşandin, nîne. Di vê heyamê de divê em berpirsyariyê bigirin ser xwe. Çalakiya ku hûn ji bo vê yekê dikin pir binirx û hêja ye.”
STENBOL
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 89’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan û dayikên di çalakiyê de pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin. Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Umraniye û Kadikoyê û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li dayikên di çalakiyê de hate pîrozkirin.