Rûsye amadekariya radestkirina siyasetmedarê Kurd dike

Rûsye amadekariya radestkirina siyasetmedarê Kurd dike

Siyasetmedarê Kurd Mecît Gumuş ê ku li Rûsyayê hatiye girtin, ji rasdestkirina Tirkiyeyê, ji girtîgeha Tlustenhabl a li Adigeyê veguhestin girtîgeha li Krasnadar Armavirê. Girtîgeha Tlustenhablsê xwedî rayeya radestkirina girtiyan e. Dozgerê Dadgeha Bilind a Adigeyê ku dozê bi rê ve dibe, bi hinceta parêzerê Gumuş çûye bêhdanê, agahî der barê mijarê de neda.

Rûsya amadekariya radestkirina siyasetmedarê Kurd ê 58 salî Mecît Gumuş ê ku di 14’ê tîrmeha 2011 de li Komara Xweser a Adigey a Rûsyayê hatibû girtin dike.

Mecît Gumuş ji ber nasnameya xwe ya Kurd û nêrînên xwe yên siyasî 15 sal di girtîgehên Tirkiyeyê de ma. Heta niha jî bi Madeya 125’emîn a Qanûna Ceza ya Tirk tê darizandin, ger Rûsye wî radestê Tirkiyeyê bike, dê temenê xwe yê maye di girtîgehan de biqedîne.

Pıştî ku Dadgeha Maykop a Komara Xweser a Adigeyê biryara girtina siyasetmedarê Kur da, Dozgerê Bilind ê Rûs xwest radestê Tirkiyeyê bê kirin. Dadgeha Bilind a Rûsyayê îtîraza parêzerên Gumuş red kiribû, lê parêzeran dozê biribûn ber destê Konseya Bilind a Dadgeha Rûsyayê. Beriya biryara konseyê, siyasetmedarê Kurd birin girtîgeha li herêma radestkirinê.

Gumuş ji ber dozên siyasî li Rûsyayê daxwaza penabertiya siyasî kir, lê ev daxwaz hat redkirin, piştî wê serî li Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UCHCR) da. Lê Dadgeha Bilind a Rûs li benda Komseriya Bilind a Penaberan a NY û Dadgeha Mafê Mirovan (DMME) nema û bi hinceta ev yek karê Dadgeha Bilind a Rûs e, vê prosedura radestkirinê pêk tîne.

Serdozgeriya Rûs, radestkirina Gumuş dispêre 2’emîn madeya Konvasyona Ewropayê. Lê di madeya 3’yemîn a heman konvasyonê de tê gotin ku kes nikare penaberên siyasî radest bike. Her çendî Gumuş pir nexweş e û 5 salî ye, lê dest bi karûbarên radestkirina wî hat kirin.

KARAYILAN RÛSYAYÊ HIŞYAR KIRIBÛ

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di hevpeyvîna xwe ya di 12’ê pûşperê de di ANF’ê de hat weşandin de der barê kuştina 3 milîtanên Çeçen de agahiyên balkêş der barê rejîma AKP’ê de û got; “Li Tirkiyeyê Çeçen hene. AKP dostaniya xwe ya bi wan re diparêze, lê diçe Rûsyayê û li ser Çeçenan bazirganiyê dike. Li nîva Stenbolê 3 milîtanên Çeçen tên kuştin û li beramberê vê yekê ji Rûsyayê dixwaze ku kesek ji me (PKK) radestê wan bikin. Bi van bazirganiyên qirêj mirov nikare pirsgirêkên civakî çareser bike. Xiyanetê li kesên li aliyê xwe bike û komployan li kesên dijberê xwe bike. AKP dê çawa bi vî mantiqî pirsgirêkê çareser bike. Niha Tirkiye ji Rûsyayê siyasetmedareke Kurd dixwaze. Dê Rûsya jî bide. Ez nizanim dê Pûtîn polîtîkayek wiha bike an na. Lê em hêvîdar in ku Rûsya nabe hevkara hesabeke eqwas qirêj. Ji ber ku bi rastî jî ev tiştek pir kirêt e. Ger Rûsya guh bide polîtîkayeke wiha tenê siyasetmedarek ê Kurdan jî radestê Tirkiyeyê bike, dê ev yek derbe li dostaniya Kurd-Rûsan bixe. Ev nêzîkatî ne li gorî pêkhate û kevneşopiya Rûsyayê ye jî. Ji ber wê jî ez bawer nakim ku Rûsya di lîstokek wiha de bileyîze.”