Rûstem Cûdî li ser gora xwe hate bibîranîn

Rûstem Cûdî li ser gora xwe hate bibîranîn

Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê û Endamê Meclîsa PKK’ê Rustem Cûdî ku di 10’ê cotmeha sala 2011’an de bi heft hevalên xwe re di êrîşa hewayî ya artêşa tirk a li ser herêma Xinêrê de jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe bi awayekî girseyî hate bibîranîn. Di merasîmê de 10 ciwan tevlî YPG’ê bûn.

Endamê Konseya Rêvebir a KCK Rustem Cûdî ku di 10’ê cotmeha sala 2011’an de bi endamên Konseya Leşkerî ya HPG’ê Çîçek Botan û Alîşêr Koçgirî û 5 hevalên xwe re di êrîşa hewayî ya artêşa tirk a li ser Xinêrê ya Herêmên Parastina Medya de jiyana xwe ji dest da, di yekemîn salvegera şehadeta xwe de, hate bibîranîn. Merasîma bîranînê li ser gora Rustem Cudî ya li Goristana Şehîdan a ku navê wî hatiye lêkirin a li Gundê Berkevirê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê hate lidarxistin.

Bi minaseteba merasîmê, ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê, Dirbêsiyê û Amudê gelek kes bi wesayîtan hatin gund Berkevirê. Endamên Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Evdilselam Ehmed, rêveberên TEV-DEM, PYD, YPG, meclîsên bajaran û saziyên sivîl û bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn. Beriya ku merasîm destpê bike, malbata Rustem Cudî û welatî çûn ser gora wî û rêz girtin.

Di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rustem Cudî, Xebat Dêrik, Çîçek Botan, Alîşêr Koçgirî û gelek gêrîlayên jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Her wiha alên Desteya Bilind a Kurd, TEV-DEM û PYD’ê hatin vekirin. Her wiha pankartên, “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê wê li ser şopa Şehîd Rustem Cudî biser bikeve”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye”, “Em bêbextiya 9’ê cotmehê şermezar dikin” hatin daliqandin û û sloganên wekî, “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, bi axaftinan dom kir. Li ser navê malbata Rustem Cudî, birayê wî Xelîl Osman axivî û ev tişt gotin: “Ev ne tenê şehîdê me ye, şehîdê gel e. Em hêvî dikin ku em ê di riya wan de biser bikevin. Em bi saya şehîdan gihîştin vir û bûne xqedî hêz. Em gelek keyfxweş in ku gelê me niha ber bi azadiyê ve dimeşe. Serkeftin nêzîk e. Ger ku em her roj dibêjin ‘şehîd namirin’, divê yekîtî çêbibe û têkoşîn mezin bibe da ku em jî cihê xwe di nava gelan de bigirin.”

‘RUSTEM CUDÎ MAMOSTE Û RÊBER BÛ’

Piştî Oslan, Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê û Endamê Desteya Bilind a Kurd Evdilselam Ehmed axivî û diyar kir ku heta ew armanca şehîdan pêk bînin, ew ê li ser şopa wan bimeşin. Evdilselam Ehmed, destnîşan kir ku jiyana her şehîdekî/ê pirtûkek e û derbarê Rustem Cudî de ev tişt gotin: “Rustem Cudî mamoste û rêberek bû. Di warê exlaq, mirovî, zanistî de wekî hewariyê Îsa bû. Ev jî encama felsefeya Serok Apo ye.”

‘HÊZA ME HÊZA ŞEHÎDAN E’

Ehmed, li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî rawestiya û bal kişand ku hêzên hegemonîk hesibandina ku dê tevgera kurdan wekî tevgerên wan ên di dîrokê de têk biçin, lê tevgera azadiyê mezin buye wiha dom kir: “Serokatî girtî ye, lê bi gotineke wî bi milyonan radibin ser piyan. Komplo têk çû, li çar perçeyên Kurdistanê bi milyonan li ser piyan e. Ev hêza şehîdan e.”

BANGA YEKÎTIYÊ

Ehmed, li ser rewşa Suriyê û Rojavayê Kurdistanê jî rawestiya û wiha axivî: “Berjewendiyên me di şerê Suriyeyê yê navxweyî de nîn e. Em Suriyeyek demokratîk û azad ku her miletek bi taybetmendiyên xwe dijî, dixwazin. Çareserî diyalog e. Desteya Bilind ji bo vê dixebite. Hêza me di yekîtiya me de ye. Bi vê minasebetê em banga yekîtiyê li hemû partiyên kurdan dikin. Her wiha em parastina xwe bihêz bikin, hêza me jî YPG ye. Divê em piştgiriyê bidinê.”

‘EM TEKMÎLA XWE DIDIN’

Piştî axaftina Ehmed, helbestvan Ferhat Merdê li ser Rojavayê Kurdistanê helbestek xwend. Piştre Endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Bihar Dîcle axivî û got ku ew hemû şagirtên Rustem Cudî ne. Bihar Dîcle, anî ziman ku Rustem Cudî jî şagirtên Ocalan bû û wiha pê de çû: “Li çar perçeyên Kurdistanê milîtanî kir. Loma li çar perçeyan ji bo gel rabû ser piyan.” Dîcle ku soza şopandina riya Cudî da, anî ziman ku ew ê tekmîla xwe bidin mamoste û fermandarê xwe wiha dom kir: “Me çi gav avêtibin tu li cem bûy, niha jî li cem me yî. Me çi kiribe bi fikra Rêber Apo û perwerdeya ku te daye me, pêk aniye. Bi perwerdeya we, niha li Rojava tevgera ciwanan, jinan û hêza parastinê YPG hatiye avakirin. Em soz didin ku em ê di şopa we de biser bikevin.”

Xwîşka Rustem Cudî û biraziya wî jî axaftin kirin û dilsoziya xwe ya bi Cudî re anîn ziman, her wiha xwestin ku gel li ser şopa “şehîdan” be. Xwîşka Cudî, her wiha stranek li ser birayê xwe got. Li ser navê PYD’ê jî Endamê Desteya Birêvebir Nurî Mehmud jî di merasîmê de axaftinek kir.

Di dawiya merasîmê de 10 ciwanan sond xwar û diyar kirin ku ew tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûn.