15'mîn rûniştina doza Xwendekarê Kurd ê Zaningeha Muglayê Şerzan Kurt ku bi guleya polîsa hate qetilkirin li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Eskîşehîrê pêk hat. Rûniştina dozê ji bo amadekirina mutalaayê taloq kirin.
15'emîn Rûniştina Doza Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şêrzan Kurt ku di 12'ê gulana 2009'an de bi guleya polisan hate birîndarkirin û di 19'ê gulanê de hate qetilkirin, li 1'emîn Dadgehê Cezayê Giran a Eskîşehîrê pêk hat.
Di runiştinê de bersûc Gultekin Şahîn û parêzer amade bûn. Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt, dayik û bavê Şêrzan Kurt Necla û Omer Kurt, nûnerên EgîtimSenê amade bûn. Piştî îfadeyan dîwana dadgehê rûniştina dozê ji bo amadekirina mutaalayê taloqî 24'ê tîrmehe kir.
Bavê Şêrzan Kurt Omer Kurt, anî ziman ku ji bo li Tirkiyeyê edalet cihê xwe bibîne hatine Eskişehîrê û tev li dozê dibin û dixwazin êdî ciwan bes bên kuştin. Le be avahiya edliyê tedbîrên gelek mezin hatin girtin.