'Rûniştina Doza KCK’ê ya Stenbolê' dest pê kir

'Rûniştina Doza KCK’ê ya Stenbolê' dest pê kir

Rûniştîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ya 205 siyasetmedarên kurd a jê 124 jê girtîne li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê dest pê kir. Leşkeran li pêşiya ketina salona rûniştinê bend anîn. Xwendina îdîanameyê dest pê kir.

R rûniştina "Doza sereke ya KCK'ê" ya Stenbolê ya 205 siyasetmedarên kurd ên 124 jê girtî li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê li Sîlîvriyê dest pê kir. Li Stenbolê di 5 û 28'ê cotmeya 2011'an de li hemberî avahiyên BDP'ê ya bajar û yên navçeyan, akademiya siyasetê û saziyên kurd ên din operasyonek bi navê "KCK'ê" hatibû lidarxistin û di encama operasyonê de 205 siyasetmedarên kurd hatibûn binçavkirin û ji wan 124 siyasetmedar hatibûn girtin. Li derdora salona dadgehê tedbîrên gelek berfireh hatin girtin. Di çarçoveya dozê de Endamê Meclîsa BDP'ê Hasan Ozguneş, Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP’ê Mustafa Avci, Prof.Dr. Buşra Ersanli, Nivîskar Ragîp Zarakolu, Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Kazim Şeker, Ayşe Berktay, endamên meclîsa BDP'ê, rêveber û endamên BDP'ê û gelek saziyan tên darizandin.

118 girtî û 11 kesên negirtî tên darizandin û parêzer, temaşevan beşdarî rûniştina dozê bûn. Piştî tesbîtkirina nasnameyan. Rûniştina dozê bi xwendina ji rûpelê 430’emîn ê îdîanameyê ve berdewam dike.