Rûniştina darizandina çawişê tecawizkar Orhan dest pê kir

Rûniştina sêyemîn a doza darizandina çawişê pispor Mûsa Orhan dest pê kir, ku Mûsa Orhan li Êlihê di Tebaxa 2020'î de dest avêt xwendekara bi navê Îpek Er û piştre bû sedema xwekuştina Îpek Er.

Îpek Er, piştî ku ji aliyê çawişê pispor ê Tirk Orhan Mûsa ve hate tevizandin û dest avêt wê, di 16'ê Tîrmeha 2020'î de întihar kir. Jin a 18 salî heman salê di 18'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû.

Rûniştina 3'emîn a doza ku bi sûcdariya "êrişa zayendî" li dijî çawişê pispor Mûsa Orhan dest pê kir, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê pêk tê.

Tevî malbata Îpek Er û parêzerên wê, her wiha parêzerên ji baroyên Amed, Êlih, Sêrt û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), parlamenterên HDP'ê Feleknas Ûca, Nûran Îmîr û Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA) endamên KESK'ê, rêveberên HDP, DBP yên Amed, Êlih û Sêrtê rûniştina dozê dişopînin.

Mûsa Orhan û parêzerên wî jî ji Enqereyê bi Sîstema Deng û Dîmen a Ragihandinê (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bûn.

Dadgeriya Tirk nehişt ku rojnamevan rûniştinê bişopînin û ferman da ku ji edliyeyê derkevin.

Rûniştina dozê dewam dike.