Rola Turkcellê di girtinan de tê lêpirsîn

Rola Turkcellê di girtinan de tê lêpirsîn

Şîrketa telekomunîkasyonê ya Swêd-Fînlandiya Telia Sonera dîsa li rastî rexneyên tund hat. Vê carê jî ji ber hevkariya ku hevkara wê Turkcelle li gel hikûmet û dewleta Tirk dide, li rastî nerazîbûnan hat.

Piştî ku rojnameya heftane ya Swêdê Arbetet ragihand ku Turkcellê di girtina endamên KESK’ê û siyasetmedarên Kurd de rol leyîstiye, vê yekê rê li ber gotûbêjên der barê şîrketa Telia Sonera ya ku ji sedî 38’ê hîsseyên şîrketê di destê wê de vekir.

Çapemeniya nivîskî vê mijarê kir rojev û Radyoya Swêdê jî rola Turkcellê di girtina siyasetmedarên Kurd de xist ber lêpirsînan. Rojnameya Arbetetê ragihand ku yek ji şîrketên telefonê ya ku aboneyên wan tên guhdarkirin Turkcell e, dadgehên Tirk vê yekê weke delîl nîşan dide û cezayê giran li sendîkavan, siyasetmedarên Kurd û parêzvanên mafê mirovan dibirin.

HERÎ KÊM GUHDARÎ 75 HEZAR TELEFONAN HAT KIRIN

Li gorî lêkolînên rojnameyê kirine, di sala 2011 de bi giştî telefonên 75 hezar kesan kesan tên guhdarkirin û ji vana 8 hezar kes ji ber nêrînên wan ên siyasî tên guhdarkirin. Rojnameyê dozên der barê sendîkavan û BDP’iyan de lêkolîn kir û aşkere kir ku dozger tomarên deng ên telefonan weke delîl nîşan didin. Di lêkolînê de tê gotin ku yek ji sedemên ku hişt doz vebe, guhdarkirina 631 telefonan bû û ji vana 569 aboneyên Turkcellê ne. Rojnamevanê ku lêkolîn pêk anî Eşref Okumuş diyar kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê guhdarî telefonên 19 jinan hatine kirin û ev jî weke delîl hatine nîşandan.

JI BO CEZAGIRTINÊ TENÊ DELÎLA TELEFONÊ BES E

Rojname cih dide nêrînên Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, Serokê KESK’ê Lamî Ozgen û Parlementerê BDP’ê Sirri Sakik ên der barê mijarê de.

Ozgen bi bîr xist ku di kanûna sala par de 25 endamên KESK’ê hatin girtin û tenê delîlek ji bo girtina wan hebû, ew jî axaftinên telefonan bû. Ozgen diyar kir ku ev her 25 rêveberên KESK’ê yên hatin girtin aboneyên Turkcellê bûn.

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan jî ragihan ku hejmara telefonên tên guhdarkirin ji 75 hezarî zêdetir e û diyar kir ku bi telefonên bi sendamên rêveber û endamên ÎHD’ê tên guhdarkirin û gelek ji wan di girtîgehan de ne.

AKTAR: TENÊ GUHDARÎ MIWEKÎLEK IN NEKIR JI BER KU BÊ TELEFO BÛ

Serokê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar ku parastina 104 siyasetmedarên Kurd girtiye ser xwe, ragihand ku heta sîstema hiqûqê neguhere, ne girîng e mirov ji aliyê fîrmayên Frensî, îtalî û Swêdî ve bên guhdarkirin an na. Aktar destnîşan kir ku divê Telia Sonera û xwediyên wê li hemberî mafê mirovan rêzdar bin û got “Tenê guhdarî miwekîlek min nekirine, ji ber ku ew jî bê telefon bû.”

Berdevkê Polîtîkayên Derve yê Partiya Karker a Sosyal –Demokrat Urban Ahlin jî diyar kir ku divê Telia Sonera li şûna zextên li ser mafê mirovan, divê piştgirî bide mafê mirovan û hikûmeta Swêdê jî bi van rexne kir.

Ji rêveberên Telia Sonera Thomas Jonsson û Peter Nordman li hemberî rexneyan diyar kirin ku ew rêzê nîşanî mafê mirovan didin. Her çendî rêveberan gotin ew ê bi rêveberên Turkcellê re hevdîtin pêk bînin, lê daxwaza hevpeyvîna bi rojnamevanan re red kirin.

SAKIK: SWÊDÊ PERE JI DEMOKRASIYÊ ÇÊTIR DÎT

Parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik diyar kir ku rêveberên Telia Sonerayê rêzê nîşanî mafên mirovan didin û ji ber ku şîrketê rê daye tiştek wiha, nerazîbûn nîşan da. Sakik got; “Gelo bi guhdarkirina me rêzê nîşanî mafê mirovan didi?” Sakik wiha domand; “Derewan li xwe nekin. Ji pere û mafê mirovan, we pere çêtir dît. “

Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak jî bal kişand ser guhdarkirina telefonan û diyar kir ku ev yek bi armanca bêdengkirina muxalîf û sendîkavanan tê kirin. Kişanakê got ku 500 jin ji ber telefonên wan hatine guhdarkirin hatine girtin. Kişanakê destnîşan kir ku ew jî aboneyê Turkcell û der barê guhdarkirina telefonan de li benda bersiva Serokwezîr Erdogan in.