Roketên tên avêtin û 2 qeydên deng

"Ha evder! Gund ev der e, Reyhanli jî ew der e. Du saniyan nadome. Du saniye. Heke ez ji vir, ji ser banê gund bi awayekî zelal dibînim bê ji kîjan gundî hatiye avêtin, dengê wê jî dihat û ji xwe ew gund ne 3 kîlometrayan jî dûrî rojhilatê sînor e."

Êrîşên dagirker ên li hember Efrînê didomin. Di heman demê de roket li Kilîs, Hatay û Kirikhanê dikevin. Di encama êrîşa roketan de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji aliyekî ve YPG dibeje ku ne ew roketan davêjin Kilîsê û ji aliyê din ve jî gelê xwecih bi AKP a ku dibeje 'YPG roketan diavêj' ne hem fikir in. 

Gundiyên ku li Kilîsê dibine hedefa roketan, di dîmenên amator ên bi xwe kişandine de dibêjin "di vî karî de tiştek din heye".

GUNDÎ: GELO EM FIROTIN?

Gundî roketa ber bi gund ve tê dikşîne û di  dîmenên 57 saniyan de van dibeje:

"Yên ku beriya niha bi çend kêliyan ket,  ji wî gundê li hember hatin avêtin. Zelal xuya neke, ji ber dinya nexweş e. Hema li jêra Hamamatê. Ji xwe dengê berdana roketê hat û piştî 2 saniyan li Reyhanliyê teqiya. Heke ez vê hê ji gundê Abdal Hoyuk dikarim bibînim, ez fêm nakim bê esker, dewlet, satelît, Allah, dinya alem vê çawa nabîne. Di vî karî de tiştek heye. Bi xwedê tiştek heye. ha ev der. Gund ev der e, Reyhanli jî ew der e. Du saniyan jî nadome. Du saniye. Heke ez ji vir, ji ser banê gund bi awayekî zelal dibînim bê ji kîjan gundî haitye avêtin, dengê wê jî dihat û ji xwe ew gund ne 3 kîlometrayan jî dûrî rojhilatê sînor e. Esker, satelît, heron, xwedê, tevahiya cîhanê çawa vê nabîne ez fêm nakim. Gelo em hatin firotin? Ji wê jî xebera me nîne.."

XIZMÊN MIROVÊN JIYANA XWE JI DEST DA: DEMA EW LI VIR IN ROKET NAYÊN AVÊTIN!

Yek ji kesên di encama roketên di 2'ê Sibatê de li Reyhali ketin de jiyana xwe ji dest da Rifat Sinirli bû. Mirovên wî diyar dikin ku jê bi guman in ku roket ji Efrînê hatibe avêtin.

Mirovên Rifat Sinirli dan zanîn ku ew derbarê roket ji Efrînê hatibin avêtin bi gûman in û hê zêdetir bawer dikin ku ji Îdlîbê hatibin avêtin: "Em fêm nakin. Gelekî zehmet e ku ev roket ji Efrînê bên. Û tiştek din heye ku dihêle gûmanên me zêde bibin. Dema kesên bi paye li vir in, roket nayên. Mînak wê rojê wezîr û wekîlê AKP'ê li vir bûn. Wê rojê roket nehatin. Dîsa îro (4'ê Sibatê) Serokwezîr Binali Yildirim li vir bû û îro jî roket li vir neketin. Dema wezîr, wekîl û serokwezîr têne vir roket li vir nakevin. Lê dema ew diçin dîsa roket tên. Ev gûmanên me zêde dike. Em ê binêrin; em ê bibînin bê çi diqewime. Di rojên li pêş me wê hertiş derbikeve hole. Em bi gûman in."

DEWLET LI SER SÛC HATIBÛ GIRTIN

Niha jî em vegerin sala 2014'an... Qeyda dengeke ketibû înternetê. Di qeydedê de dengê Wezîrê Karê Derve yê demê Ahmet Davutoglu, Musteşarê MIT'ê Hakan Fîdan, Musteşarê Wezareta Karê Derve Ferîdun Sînîroglu û 2. Serokê Fermandariyê Serfermandar Yaşar Guler hebû. Ji bo li hember Sûrî şer bikin, di cîvînê de bûn. Nîqaşa wan derbarê hinceteke ji bo sedema destpêkirina şer bû. Yaşar Guler diyar dike divê piştgiriyê bidin Hakn Fîdan, çek û muhîmatan bighênin muxalîfan (çeteyan). Hakan Fîdan jî dibêje "heke pewîst bike ez ê 4 zilaman bişînim Sûriyê û 8 fuzeyan bişînim qada vala. Ew ne pirsgirêk e. Hincet dikarin bêne çêkirin. Mijar ew e ku îradeyeke wiha têkeve holê. Em îradeya şer dideynin holê, şaştiya em hertim dikin ew e ku em zêde aqlê xwe naşixulînin."

Dema Davutoglu dibêje "di 2012'an de divê me bikiriya, em wêrek tevbigeriyane", Fîdan careke din dikeve nav axaftinê û dibêje "me nêzî 2 hezar TIR'an amûr şandin".

DEREWEKE MEŞRUYETÊ

Polîtikaya Tirkiyê ya Sûrî û giştî ya Rojhilata Navîn ne tenê xelet e, herwiha qirêj e. Weke encam derdikeve holê ku dewleta Tirk ji bo êrîşên xwe yên dagirker ên li hember Efrînê meşru bike, xwe dispêre heman polîtîkayê.